Li Qampa Koçberan a Domîz çi diqewim e?

RÊVANA MÊRXAS

DUHOK
- Şêniyên Kampa Domîz diyar kirin ku hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê ciwan niştecihên Qampa Koçberan a Domîzê bi zorê dikin sîxûr.

Qampa Koçberan a Domîz a li nêzî bajarê Duhokê ya Herêma Başurê Kurdistanê ye, di demên dawî bi bûyerên cur bi cur dikeve rojevê. Şêniyen kampê diyar kirin ku ji aliyê rayedarên hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê ve piraniya wan ciwan niştecihên qampê bi zorê sixûrtiyê li ser wan tê ferz kirin.

Kampa Domîz, bi gengeşiya destpêka Şoreşa Suriyê re, piştî welatiyên Suriyê yên neçar man koçberê bajarên Herêma Başurê Kurdistanê bibin, ji bo wan li nêzî bajarê Duhokê hat avakirin. Li Kampa Doımîz nêzî 90 hezar penaber dijîn. Piraniya penaberên kampê Dêrik, heremên Koçerat û gundewarên wê yê Kantona Cizîrê ne. Her çend erzaq û pêdiviyên jiyanî yên kampê ji hêla saziyên navneteweyî ve tê dayîn û ji bo wan dibistanek, nexweşxaneyek, aşxane û firoşgeh hatibe avakirin jî astengî û zahmetiyên jiyanê pir zêde ne. Di hêla pêdiviyên av, ceyran û paqijiya kampê de jî gelek pirsgirêk hene. Li gel van astengiyên jiyanî, zext û zordariyên li dijî nirxên civakî û sincî jî zêde ne. Nûnerên saziyên hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê zorê li ciwanan dikin ku bibin pêşmerge, sîxûr. Dîza li dijî sincên civakî tev digerin û îstîsmarê li ser jinan dikin.

Niştecihên Qampa Domîz ku nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku PDK û rêveberên saziyên hikumetê qampê wek e baregehekê bi kar tîne. Şêniyên kampê anîn ziman ku PDK hêza xwe ya îstîxbaratî parastin û pêşmergeyan li kampê bi cih kiriye û di nava penaberan de baweriya li hemberî hev xera dike. Herî zêde baweriya di nava keç û xortan de xera dikin.

Şêniyan da zanîn ku bi riya berpirsiyarên îdareya qampê, pêşmergeyên ewlehiya qampê digirin, jinên ciwan ên qampê dibin malên taybet ên li Duhok hatine amadekirin û tev li karê fihûşê dikin. Şahidan anîn ziman ku ev yek ji hêla berpirsiyara qampê Leylan û Soran û pêşmergeyan ve pêk tên.

Çend roj berê jî jina ciwan Ş.E rastî îstîsmara zayendî ya dehan peşmergeyan hatibû û di hezîrana 2016’an de ducanî bûbû. Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Başurê Kurdistanê ev yek tespît kiribû û Ş.E. ji bo tedawiya derûniyê şandibûn Nexweşxaneya Avusturalya û li Navenda Unîteya Deruniyê tê dermankirin. NY ji bo lêpirsîna bûyerê ji rêveberiya hikûmetea PDK'ê re nivîs şand, lê hêj tu bersîv nehatiye dayîn. Der barê berpirsiyarê qampê Leylan de tu lêpirsîn nedane destpêkirin.

DIXWAZIN CIWAN BIBIN SÎXÛR

Li qampê balkêşe ku rêveberiya PDK'ê û hikûmetê ji bo parastina qampê endamên Pêşmergeyên Roj ên ne fermî erkdar kirine. Li qampê fermandarê pêşmergeyan Çiya, li ser ciwanan sixûrtî û peşmergetiyê ferz bike. Kesên ku vê pêkanînî qebûl nakin jî, wan bi malbata wan, qedexekirina derketina sûkê, qûtkirina erzaq û fonê ku ji hêla saziyên naventeweyî ve tên û her weke din tên tehdît kirin. Rayedar û fermandarên kampê ji ciwanan dixwazin ku kesên bi xizmên xwe yên li Rojava re diaxivin tespît bikin û agahiyên nava kampê bi wan re parve bikin. Dîsa dixwazin kes û malbatên li dijî PDKê û barzanî tespit bikin û bi wan re parve bikin. Ji ciwanan dixwazin ku malbatên zarokê wan li Rojava di nav YPG’ê jî tespît bikin û agahiyan kom bikin û bidin Çiya û Soran.” Zextan li ser ciwanên ku hatine tespîtkirin dikin û şerê taybet li ser wan dimeşînin.

GELEK KES BI ZORÊ KIRIN SÎXUR

Kesên ku bi zorê xistin nava karê xerab wiha ne: Jina bi navê D.M ê yê 23 salî ku ji Kantona Cizîrê ye 4 sal berê bi malbata xwe re li Qampa Domîz dimîn e. Ciwanê bi nave Ş.E yê 26 salî ku ji Kantona Cizîrê ye, ev 3 salin bi malbata xwe re di qampê de ye. Kesê bi nave B.R. yê 29 salî ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ye ev 4 sal in di qampê de ye. H.X. 28 salî ji bajarê Qamişlo ye ev nêzî 4 sal in di qampê de ye, niha wek serbazê Pêşmergeyên Roj hatiye erkdar kirin. Ev kes rast e rast girêdayê fermandarê Pêşmergeyên Roj ê bi navê Çiya ne.

Şêniyan destnîşan kir ku li başurê Kurdistanê rayedarên PDK’ê û hikûmeta başur, hem di hêla sîxûrtî û hem jî tevlîkirina Pêşmergeyên Roj ku hêzekî fermî nayê qebûl kirin, ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve di nava qampên koçberan ên di başurê Kurdistanê de xebat tên meşandin. Li gor agahiyan, kesên bi zorê tevlî pêşmergeyan tên kirin, pêşmergetiya wan herî kêm 3 sal tê dirêjkirin. Şêniyan diyar kirin ku eger berî 3 salan kes dev ji pêşmergetiyê berdin wê wek e ceza 6 milyon dinar pere bide.

XALA PEYMANA NY'Ê BINPÊ DIKIN

Li gor xala 65'an a hevpeymanên saziyên mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li kîjan welatî dibe bila bibe, dewlet an jî rêveberiya wê welatî nikare endamên koçber ên di qampan de wek e leşker, kar û barên xizmeta dewletê de bên bikaranîn.