Dijberî qeyûman şanoya alternatîf: Şanoya Bajar a Amedê

AMED - Şanogerên ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji kar hatin dûrxistin, Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û dest bi xebatên alternatif ên anogeriyê kirin. Şanoger Berfîn Emektar, diyar kir ku her çiqas qeyûm wan dûr bixe jî nikarin wan ji şanogeriyê dûr bixin û dê bi lîstik û benameyên nû şanoya kurdî mezin bikin.


Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an êrîşên li ser sazî û xebatkarên saziyên kurdan zêde bûn. Bi îlankirina Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de gelek sazî û tezgehên çand û hunera kurdî hatin mohkirin. Gelek navendên çand û hunerê yên girêdayî şaredariyên DBP’ê jî bi tayînkirina qeyûman re hatin girtin. Xebatkarên çand û hunerê yên di bin baneya şaredariyên DBP'î de dixebitîn hatin dûrxistin. Xebatkarên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên profesyonel şanogerî dikirin piştî hatin dûrxistin şebatên alternatif ên şanoyê pêş xistin. Şanogeran karê xwe nîvco nehiştin û Şanoya Bajar a Amedê ava kirin.

Şanogerên ji kar hatin derxistin hemû hatin cem hev û di 11’ê Sibatê de Şanoya Bajêr a Amedê li Navenda Dan û Sitendinê ya Galeriya ya Amedê ev sazî avakirin. Li vir şagirt ji bo şano tên perwerdekirin û lîstikên şano tên pêşandan. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên wek “Dawiya Dawî” ku ji sitandapa kurdî pêk tê, lîstika “Qirix” ku bi fîgura Amedê an go devoka Amedê dide nasîn û gelek çalakiyên din derdikevin pêşberî temaşevanan û şanohezan. Şanoya Bajêr her meh bernameyên xwe aşkere dike û di çarçoveya vê bernameyê de lîstik tên pêşandan. Amadekariyên gelek lîstikên zarokan jî di nav de tên kirin. Xebat û lîstikên Şanoya Bajêr rastî eleqeya Amediyan tê û vê saziyê bi tenê nahêlin.

‘QEYÛM NIKARE HUNERê ASTENG BIKE’

Endama Şanoya Bajêr a Amedê şanoger Berfîn Emektar, bibîr xist ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, hemû şanogeran ji kar derxistin û wiha got: “Me piştî derxistina kar biryar da ku em bi awayekî taybet vê Şanoya Bajêr a Amedê ava bikin. Nêzî 3 mehin em taybet dixebitin. Bi mehane li saziya me bername û plansazî tên çêkirin. Heftê em sê lîstikan dilîzin. Konser, semîner hene û bi temaşevanên xwe re bernameyan pêk tînin. Em bi qemûmê ne bûn hunermend û ne jî hunermendiya me ji destê me diçe. Her çiqas me ji kar avêtibin jî lê hunermendiya me ji holê ranabe. Berpirsyariya me hem li hember gelê me û hem jî li hember vî bajarê qedîm heye. Em berê jî şanoya bajarê Amedê bûn û em niha jî şanoya bajarê Amedê ne. Em xebatên xwe bi vî navî berdewam dikin.”

‘BERNAMEYÊN ME TÊR Û TIJE NE’

Emektar destnîşan kir ku ew hêza xwe ji gel û temaşevanên xwe digirin û wiha domand: “Niha xwedî derketinek gelek mezin heye. Her çiqas derfetên me kêm bin jî lê em xebatên girîng dimeşînin û li kêm derfetiyan nanêrin. Bernameyên me têr û tije derbas dibin. Em hewl didin ku me çawa vî karê hunerî derxist astek profesyonelî, niha jî em wê hewldanê didin nîşandan ku ew karê hunerî ji asta xwe nekeve. Em bi heman hêz û moralî derdikevin pêşberî temaşevanên xwe.” Emektar anî ziman ku ew li saziya xwe perwerdehiya şanoyê didin şagirtên xwe û got ku ji bo zarokan jî perwerdehiya şanoyê tê dayîn.

‘ELEQEYEK MEZIN HEYE'

Emektar, bal kişand ser lîstikan û wiha axivî: “Me bi lîstika sitandap a “Dawiya dawî” dest bi xebatên xwe kir. Lîstik rastî eleqeyek mezin hat. Ev yek ji bo me ceribandinek nû bû. Eleqeyek bê hempa hat nişandan. Niha jî lîstika bi navê “Qirix” ku fîgurê Amedê dide xêzkirin tê pêşandan. Wek lîstika duyemîn di nava hefteyê de 3 roj derdikeve pêşberî temaşevanan. Niha jî amadekariyên lîstika “Ar û av” tê kirin. Em hewl didin ku lîstîkê di gulanê de derxin ser dikê. . Em dixwazin bi lîstikên xwe çanda çîrok, çand û hunera heremê û pêşiyan bi temaşevanan re bînin beramberî hev.”

‘KES NIKARE ÇAND Û HUNERA KURDÎ QEDEXE BIKE’

Emektar, bal kişand ser êrîş û qedexeyên çand û hunera kurdî û wiha bi dawi kir: “Çand û hunera kurdan her tim buye hedefa dagirkeran û ev êrîşên li ser çanda kurdan didome. Tu demê tu kes nikaribûye ziman, çand û hunera gelê kurd asteng û qedexe bike. Dê ji îro şûn ve jî çand û hunera gelê kurd astengiyan nas neke. Dema qeyûm hatin tayînkirin, hedefa wan a ewil xebatên çand û hunerê bûn û xwestin ji holê rakin. Ji ber ku em di riyek rast de bûn xebatên me hatin girtin. Jixwe her kes dikare karê binesaziyê bike. Lê xebatên şanoyê ku me dida meşandin li tu şaredariyên AKP û partiyên din tune bûn. Ferqa şaredariyên DBP’ê û partiyên din xwe di xebatên çand û hunerê de jî dide der. Li gel hemû astengî û qedexeyan jî lê xebatên me bi heman kelecanê û kêfxweşiyê didomin. Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî hemû xebat û lîstikên saziya xwe bibin.”

Bîlal Guldem - dîhaber