Çiya û zozan li koçer û sewalan qedexe kirin

ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê hemû deşt, zozan û çiya li welatiyan qedexe kir. Koçerên 5 meh in li deşta Silopiyê sewalan xwedî dikin bertek nîşanî qedexeya walîtiya Şirnexê dan û diyar kirin ku ew qedexeyan nas nakin û xwest walîtî vê qedexeyê rakin.

Li Şirnexê piştî tê de herêmên Kato, Besta, Gabar, Cûdî, Feraşîn û Herekol jî heyî bi sedan herêm ji aliyê walitiyê ve hat qedexekirin operasyonên leşkerî yên hemwext hatin destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya qedexeyê de mêşvanan re jî hat ragihandin ku bila neçin zozanan. Mêşvan û koçerên her destpêkan meha gulanê diçin van herêman bertek nîşanî qedexeyan dan.

‘100 HEZAR DÊ ZIRARA MIN ÇÊBE’

Mêşvanê bi navê Mahmut Bahat ku ev 12 sal in herêma navçeya Silopiyê mêşvaniyê dike destnîşan kir ku ew neçar in wextê hewa ger bibe biçin zozanan da ku debara xwe pê bikin. Bahat diyar kir ku gelek mêşên wê hene û heke destûr nede dayîn dê nêzîkê 100 hezar TL zirar bike.
Koçerê bi navê Mehmet Çakir ku ev 15 sal e vî karî dike piştî hefteyeke din dê rêwitiya wan dest pê bike û 5 mehan li zozanan dimînin. Çakir got ku heke qedexe li ser zozanan hebe jî ew ê biçin û wiha axivî: “Rêya me li ku bigirin em ê heta wir herin. Divê dewlet vê rewşê çareser bike. Pezê me nikare li deştan îdare bike. Divê em herin zozanan. Debara gel jî li ser ajalan dimeşe.”

‘BIRYARA QEDEXEYÊ QIRKIRINA ME Û AJALÊN ME YE’

Koçera bi navê Sînem Çakir a havînan diçe herêma Feraşîna di sêgoşe Colemêrg- Wan û Şirnexê jî bi lêv kir ku ji bilî koçeriyê tu derfetên wan ê aboriyê nîn e. Çakir anî ziman ku ew li bendê ne qedexe li ser zozanên wan rabe û wiha bertekên xwe anîn ziman: “Ji bilî van sewalan tiştekê me tune ye. Me niha gelek pere dane cihê zozanên em biçinê. Ger wisa be dê pereyê me daye jî biçe.” Koçera bi navê Gulê Çakir jî got ku bi vê biryara qedexeyê dixwazin ew û pezê wan were qirkirin û wiha axivî: "Me amadekariyên xwe kirine ku em biçin zozanan. Niha ev der germ bûye û sewal nikarin li vir bimînin. Ev qedexe heke berdewam bike dê ev yek were serê me."

‘ZOZAN NEBE DÊ AJALÊN ME NEXWEŞ BIKEVIN’

Bedia Baykara a bi salan e koçertiyê dike jî bal kişand ser nexweşiyên demsala havînê ya ji sewalan digire û li ser ji ber qedexeyan pirsgirêkên ew pê re rû bi rû dimînin ev tişt gotin: “Di 3 salên dawîn de ji ber ku zêde qedexe tune bûn em bi rehetî diçûn û dihatin. Lê careke din ji me re zoriyê derdixin. Zêdetirî 2 hezar pez li vir e. An divê em biçin an jî em sewalên xwe bifiroşin. Em havînê li vir bimînin dê pezê me bi nexweşiya zerekê bikevin. Dermanê vê nexweşiyê jî ew qas giran e ku mirov nikare her roj bikire û bide pêz."