Rojnamegerê Îtalî Grande dersînor kirin

HATAY- Rojnamegerê Îtalî Gabriele del Grande, di 9'ê Nîsanê de li Hatayê di kontrola polîsan de hat binçavkirin. Grande piştî 16 rojan di bin çavan de ma hat dersînorkirin.

Rojnameger nûçegîhanê ajansa ANSA û rojnameya La Repubblica yê Îtalî Gabriele del Grande ê 35 salî di 9'ê Nîsanê de li Hatayê hat binçavkirin. Rojnameger La Repubblica Grandeyê 35 salî di dema kontrola polîsan de hat binçavkirin. Del Grande ji bo pirtuka xwe ku li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê li ser DAÎŞ'ê nivîsandibû hevpeyvînan bike derbasî Tirkiyeyê bû. Rojnameger Grandey ê ji Îtalyayê hat navçeya Reyhanli ya Hatayê û hat binçavkirin. Grande ku 16 rojin di bin çavan de hat girtin dersinor kirin. Wezîr Angelino Alfano di hesabê Twitterê de diyar kir ku rojnameger Grande hatiye berdan û vedigere mala xwe.

Rayedaran diyar kirin ku Del Grande ji bo roportajên der barê şerê Sûriye û DAİŞ'ê yên ji bo pirtûkê çend roj berê hatibû Tirkiye. Ajansa La Presse a Nûçeyan jî diyar kiribû ku berê rojnamegerên biyanî tenê dikaribûn bi nasnameya çapemeniyê ji bo çend rojan bên Tirkiye lêkolîn bikin, lê niha destûra taybet ji wan tê xwestin.