KCD: 102 sal berê ermenî îro kurd tên qirkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), qirkirina li ser gelê ermenî şermezar kir û wiha got: “Qirkirina ku berî 102 salan di dijî gelê ermenî pêk hat, niha li dijî gelê kurd pêk tê. Em bang li gelan dikin ku li hemberî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna hevpar bimeşînin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê salvegera Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek da çapemeniyê. KCD’ê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji roja ava bûye heta niha ji bo avakirina yek dewlet, yek netew û yek ziman polîtîkayên tunekirinê li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê meşandiye, di encama van polîtîkayên qirkirin û piştaftinê yên ku sedsal in tê meşandin de gelek netew yan kirin tirk an jî anîn ber tunekirinê.

KCD’ê da zanîn ku kurd, ermen, suryan, êzidî, çerkes û gelek netew û bawerî bi qirkirinê re rû bi rû mane û ev tişt anîn ziman: “Di nava van qirkirinan de ya herî berfireh, encama wê xedar bû û nayê telafîkirin bêguman Qirkirina Ermenan a 24'ê Nîsanê ye. Di vê qirkirinê de milyonek û nîvek ermenî hatin qetilkirin û bi vê re dîroka hezaran salan a civakê hat tunekirin. Li ser vê qirkirinê 102 sal derbas bû. Lê belê, ligel banga wijdanî û daxwaza raya giştî ya navneteweyî jî dewlet bi vê rastiya xwe ya dermirovahî û qirêj re rû bi rû nayê û vê yekê înkar dike. Di encama vê înkarkirinê de qirkirina li ser gelê ermen pêk hat, di roja me de li ser gelê kurd tê meşandin. Çawa ku bi qirkirina 24'ê Nîsana 1915'an re pêşiya dewleta yekparêz, faşîst û komkujer vekir, di roja me de hewl didin vê sîstemê bi tifaqa AKP û MHP'ê li ser gel bidomînin. Bi destê AKP'ê li Sûr, Cizîr, Silopî, Şirnex, Gever, Nisêbîn û gelek bajarên Kurdistanê xistin meriyetê û gelê kurd bi qirkirin û wêrankirinê re rû bi rû hiştin.”

KCD’ê bi lêv kir ku AK Partî hêjî li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê sûcê dijmirovahî dimeşîne û ev tişt diyarkiirn: “Em polîtîkayên qirkirina ermenan û gelên Anatolya û Mezopotamyayê bi tundî şermezar dikin. Bang li dewlet û AKP'ê dikin ku dawî li polîtîkayên qirkirinê ya li ser gelan dimeşîne bîne. Em êşa gelê ermenî parvedikin û ji bo qirkirina 102 sal berê ya li ser gelê ermenî pêk hat dubare nebe, di serî de bang li gelên Kurdistan, Tirkiyeyê û hemû gelê ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku li hemberî van polîtîkayan têkoşîna hevpar bimeşînin.”