Xweza warên wêran jîn û geş dike

COLEMÊRG - Li Taxa Maxsutava ya Geverê ku leşker û polîsan bi tang û topan wêran kir, bi hatina demsala baharê giha û çêre di nava xirbeyan de ji nûve geş bû. Giha û pinçarên di nava xirabeyan de geş bû ji bo sewalên welatiyan dibe çêre û ruh dide xwezayê.

Li taxa Maxsudava ya navçeya Geverê di buhara 2016'an de polîs û leşkeran bi tang û topan xera kir û wêran kir. Salek şûnde li warên hat wêrankirin xweza ji nûve geş bû. Welatiyên ku xaniyê wan hat xerakirin li şûnwarên xwe yên xerabe dest bi avakirinê dikin û sewalan li şûnwarên xwe yên xerabe diçêrinin. Şivan Hogir Erdogdu, diyar kir ku li taxa wan kevir li ser kevir nehiştin û wiha got: "Hêzên dewletê em bi zorê ji malên me derxistin. Piştî demekê em dîsa vegeriyan taxên xwe. Taxa me tev xera bû. Tenê em û sewalên xwe li vir man. "Em sewalên xwe di nav taxa ku hatiye hilweşandin de xwedî dikin. Giha û pinçar di nava xerabeyan de geş bûye û me sewalên xwe li vir diçêrînin. Ji ber zozan hatine qedexekirin em sewalên xwe li warên hatine xerakirin diçêrinin û warên be bûne warê çêra sewalên me."