STENBOL - Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ku 95 rojin girtî ne, hêj îdîanameya wan nehatiye amadekirin û ne diyar e kengî derkevin pêşberî dadger.
Rojnameger Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik, Editorê Nûçeyan ê Dîken'ê Tunca Ogreten û Berpirsiyarê Muhasebeyê yê BîrGunê Mahir Kanaat ku 95 rojin girtî ne, hêj îdîanameya der barê wan de nehatiye amadekirin. Rojnameger Çelîk, Ogreten û Kanaat ku bi îdîaya maîlên Wezîrê Çavkaniyên Tabîî û Enerjiyê Berat Albayrak ên di Redhackê de hatine weşandin parve kirine û aşkere, di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û piştî 24 roj şûnde di 17'ê Çileya 2017'an de hatin girtin. Di ser girtina Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat re 95 roj derbas bûn, lê hêj îdianame nehatiye amadekirin. Di 29'ê Nîsanê roja Şemiyê de 100'ên girtina rojnamegeran tije dibe. Ji heman dozê Nûçegîhanê Rojnameya Die Welt yê Tirkiye Deniz Yucel jî 54 rojin girtî ye.