AMED - Operasyona leşkeri ya piştî qedexeya derketina derve ya li 8 gundên Pasûrê hat îlankirin hatibû destpêkirin bi dawî bû lê hêjî li herêmê hem qedexe hem jî dorpêça leşkerî didome.
Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku operasyona leşkerî ya di 21’ê Nîsanê de piştî qedexeya li gundên Delit, Masirto, Kuye, Arkatin, Eskar, Beyrok, Nerçîk û Nedera yên Pasûrê hatibû îlankirin hat destpêkirin bi dawî bûye. Li gorî agahiyên ji welatiyên li herêmêne hatin girtin, bi hezaran leşker li herêma Muş Şenyaylayê ya li sînorê Pasûr-Licê sekna xwe didomînin.
MALÊN VALE KIRIN QEREQOL
Welatiyên gund diyarkirin ku piştî qadên 100 metre nêrî herêmên bicihbûnê hatin bombebarankirin, leşker hatine bicihkirin, ligel daxuyaniyên ku dibêjin operasyon bi dawî bûye jî destûr nayê dayîn ku derbikevin derve. Welatiyan da zanîn ku ji 21’ê Nîsanê heta niha xwarin ne dane sewalên xwe, bi dehan malên wan ên ku havînê ji bo berê xwe bidin bexçeyên xwe lê diman û niha valene ji aliyê leşkeran ve vegerandine qereqolan. Her wiha welatiyan gotin ku tevgera leşkerî û helîkopteran a li herêmê didome.
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li herêmê qedexeya derketina derve didome, duh welatiyên bi navê Îskender Yaman û Fuat Guzel ên li gundê Eskarê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin li Qereqola Cendirmeyan a Pasûrê tên ragirtin.
Li bejahiya gundê Eskarê şevê din di pevçûnê de leşkerekê jiyana xwe ji dest dabû û 2 leşker jî birînda bûbûn.