Li Wanê 18 kes hatin binçavkirin

WAN - Li Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de giritn û 18 kes binçavkirin.

Li taxa Suphan a navçeya Artemêta Wanê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. Piştî li malan lêgerîn hat pêkanîn welatiyên bi navê Selîm Koklu, Yilmaz Koklu, Servet Koklu, Cîhan Komî, Yilmaz Tomay, Maaz Babat, Orhan Erbam, Îbrahîm Erbam û 10 welatiyên navê wan ne hatin zanîn hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Wanê.