ENQERE - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 102'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan daxuyanî da û xwest êdî dawî li înkara komkujiya ermeniyan bînin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 102'emîn salvegerea komkujiya Ermeniyan a 24'ê Nîsanê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku beriya komkujiyê li gorî daneyên Patrikxaneya Ermeniyan a Stenbolê li Împaratoriya Osmanî nêzî 2 milyon ermenî dijiyan. ÎHD'ê da zanîn ku li gorî daneyan li Anatoliya Navîn 2 hezar û 925 şûnwarên ermenîyan hene û wiha got:
Li vir ji cemaatên ermeniyan hezar û 996 dibistan, 173.hezar xwendekarên keç û xort, 2.538 dêr û manastir hebûn. Piştî komkujiya 1915’an di serdema komara Tirkiye de ji vê yekê tu tişt nema. Hemû hatin guhertin û êdî şûnwarên ermeniyan hatin desteserkirin. Tê texmînkirin ku îro nifûsa ermeniyan 60 hezar e. Tê zanîn ku herî zêde li Stenbol dijîn. Dewletê tenê ermenî îmha nekirin. Di heman demê de şowên wan jî winda kirin. Îro şopa wan jî xuya nabe. Dêrên wan bê xwedî hiştin û xera kirin. Dibistanên wan tune. Dibistan, dêr, goristan û manastirên wan tev tune kirin û winda kirin.
Gelên Xiristiyan, suryanî, Nasurî, êzîdî, keldanîe û rom jî rastî komkujiyê hatin. Di destpêka sedsala 20’an de ji sedî 20’ê nifûsa Tirkiye ji xirîstiyan, cuhî, êdîzî û baweriyên cuda pêk dihat. Lê îro ev hêjmar ji hezarî 1 e. Ger ku ne ji komkujiyê bûya dê îro nifûsa kesên ne misilman dê 17 milyon bûna. Hemû bax, bostan, mah, milk û şûnwarên wan tev hatin wêrankirin. Komkujiya ermeniyan 102 salin tê înkarkirin. Divê êdî dest ji înkara komkujiyê berdin. Divê bi komkujiyê re bên rûqalî hev û qebûl bikin. Em di 24'ê Nîsana 2017'an de di 102'emin salvegera komkujiya Ermeniyan de hemû şaxên ÎHD'ê bi hevre diqîrin û dibêjin: Êdî bes e! Ji bo Edalet û Heqîqetê dawî li înkara komkujiya ermeniyan bînin."