AMED - Baroyên herêmê piştî civîna xwe ya perîyodîk, encama civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Baroyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser encama referandumê û xwestin êdî pirsgirêka kurd bi riya demokratîk çareser bikin. Borayan, anin ziman ku pêdiviya civakê bi qanûna bingehîn a sivîl û damokratîk heye.
Baroyên herêmê civîna xwe ya rûtîn pêk anîn. Baroyan mijarên siyasî, civakî û hiqûqî yên dawî niqaş kirin. Baroyan piştî civînê encama civîna xwe bi daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kirin. Di civina Baroyan ku di 22'ê Nîsanê de li Baroya Sêrtê pêk hat de rêveberiyên baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlis, Çewlîk, Amed, Dersim, Colemêrg, Qers, Erdexan, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê amade bûn. Piştî civine der barê geşedanên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Baroyan, di daxunayinê de diyar kirin ku di pêvajoya referandumê de derketiye holê ku zimanê aktorên siyasî yê hişk rê li pêş cudahi û perçekirina civakê vedike û bêtir eniya di navbera civakê de mezin dike. Baroyê da zanîn ku pêdiviya civaka Tirkiye ji qanûna bingehîn a nû heye û ji bo vê yekê bi dehan caran ev daxwaz anîne ziman.
PÊDIVIYA CIVAKÊ BI QANÛNA BINGEHÎN A SIVÎL Û DEMOKRATÎK HEYE
Baroyan, anîn ziman ku piştî vê pevajoyê hatiye dîtin ku êdî pêdivî bi zimanê siyaseta nerm ku aştiya di nava civakê de pêş bixe heye û wiha cih dan daxuyaniyê: "Pirsgirêka civakên Tirkiye bi riya diyalog û lihevkirinê çareser dibe. Ji ber vê yekê pêdiviya Tirkiye bi qanûna bingehîn a sivîl û demokratîk heye. Divê êdî dawî li ruhê qanûna bingehîn a berdewama 12'ê îlonê bê. Em wekî baroyên herêmê diyar dikin ku pirsgirêk bi riya demokrasiyê çareser dibe. Pêvajoya çareseriyê hemû civak kêfxweş kiribû. Lê mixabin ev pêvajo dîsa zivirandin pêvajoya şer û aloziyê. Bi hezaran mirov neçar man ku qadên jiyanê û bajarên xwe terk bikin. Li gel vê yekê di referandumê de tevlêbûnek mezin çêbû. Gel nişan da ku pirsgirêka kurd tenê dikare bi rêya demokratîk çareser bibe.
Em wekî baroyên herêmê amade ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin înîsiyatifa hemû cureyên berpirsiyariyê.