'Turkiye welatê înkara komkujiyan e'

STENBOL - Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê di 102'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de li ber Muzeya Berhemên Îslama Tirk ku rewşenbirên ermenî lê hatin girtin daxuyanî da. Rêvebera ÎHD'ê Meral Çildir, li vir diyar kir ku Tirkiye welatê înkara komkujiyan e û wiha got: "Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî serdestiya xwe berdewam dike."

Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê di 102'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de li ber Muzeya Berhemên Îslama Tirk ku rewşenbirên ermenî lê hatin girtin bernameya bîranînê li darxistin. Di çalakiyê de pankartên "Komkujiya ermeniyan nas bike, efo bike, tazmînatê bide" vekirin. Dîsa wêneyên kesên di komkujiyê de hatin kuştin hatin vekirin. Di çalakiyê de Serokê Tevgera Bingehîn a li Dijî Nijadperestiyê ya Ewropa (EGAM) Benjamin Abtan, axaftin kir. Dema Abtan, li vir axaftin kir komekê xwest provokasyonê bike siloganên "Em leşkerên Mustafa Kemal in" û "Em leşkerên Erdogan" in. Piştre kom hat asteng kirin. Abtan, anî ziman ku ew li diji ji bîrkirinê têdikoşin û li dijî jibîr kirinê radiwestin û wiha got: "102 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Em li dijî înkar û nefreta di nava dewletê de têdikoşin. 102 salin em behsa komkujiyê dikin. Têkoşîna li dijî inkara komkujiyê tenê ne xweseriya Tirkiye ye. Ji ber vê kesên ne ermenî jî vê têkoşînê didin.


Rêvebera ÎHD'ê Meral Çildir jî li ser navê Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê daxuyanî xwend û diyar kir ku Tirkiye welatê înkara komkujiyan e û wiha got: "Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî serdestiya xwe berdewam dike. Îro 24'ê Nîsanê ye. Di hemam demê de suryanî jî, ji sala 1914'an heta 1923'an ji aliyê tevgera Kemalistan ve rastî komkujiyan hatin. Îktîdara tariyê xerabiyên herî tirsnak jî kirine ji rêze. Henû tiştên sûc rewa nîşan daye. Hemû bê edaletiyên ku mirov li dijî wan îsyan dike kirine hînkirin û mirov fêrî van tiştan kiriye. Piştî faîlê komkujiyê navê Talat Paşa li Tirkiye li sedan kolan, mizgeft, dibistanan kiriye û navê wî dane jiyandin. Li şûna Talat Paşa ceza bikin navê wî dane jiyandin. Îro Talat Paşa û Enver Paşa, li Stenbolê di gorên bîrdarî de radizên. Birdariya Azadiyê (Abide-i Hürriyet) ji bo wan kirine wekî xelat. "