Parlamenterê Iraqê Liweyzî: Têkiliya Tirkiye bi DAÎŞ'ê re heye

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Iraqê Ebdullrehman Liweyzî, diyar kir ku Tirkiye yekem welate ku kariye 49 dîplomatên xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar bike û wiha got: “Ev jî wê piştrast dike ku têkiliya Enqereyê li gel DAIŞ’ê heye.”

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Ebdullrehman Liweyzî, di bernameya Televizyona Iraqê Dîcle de, li ser têkiliyên Tirkiye û PDK'ê yên bi DAÎŞ'ê de agahiyên girîng dan. Ebrullrehman Liweyzî, di bernameyê de wiha got: “Rusya bi dîmenên ku ji asîmana ve kişandî têkiliya DAIŞ’ê li gel Tirkiyê li ser bazirganiya petrolê eşkere kiribû. Piştî wan dîmen û belgeyan, Tirkiye rêya xwe ya bazirganiya li gel DAIŞ'ê gûherî. Rêya bazirganiya xwe ya li gel DAIŞ’ê xist ser Herêma Kurdistanê. Ji bilî Tirkiyê ti welatekî nekariye dîplomatkarên xwe bi selametî ji destê DAIŞ’ê rizgar bike. Me dît ku gelek bi hêsanî dîplomatkarên Tirk ji Mûsil rizgarbûn. Bila Tirkiye dest ji wan hincetên xwe yên lewaz berde û lomeyan li hevpeymanê xwe û Mesûd Barzanî bike. Ji ber ku wan Êzidî radestî DAIŞ’ê kir û hêzên xwe ji Şengalê kişand.”