ŞIRNEX - Rûniştina doza nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Sebahattin Koyuncu li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Piştî rûniştinê dadgehê şertê kontrola edlî ji ser Sebahattin Koyuncu rakir.
Yekemîn rûniştina doza nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Sebahattin Koyuncu, li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. Koyuncu, di 1'ê Îlona 2016'an de ji ber nûçeyekê hatibû girtin û piştî rûniştina navberê serbest hatibû berdan. Koyuncu û parêzerê xwe li Edliyeya Sîlopyayê bi riya SEGBİS'ê beşdarî runitina dozê bûn. Piştî parastinê heyeta dadgehê şertê kontrola edlî rakir, lê şertê qedexeya dervê welat berdewam dike. Heyetê rûniştina dozê taloqî 4'ê Cotmeha 2017'an kir.