ENQERE - Parlementerê HDP'î Garo Paylan, diyar kir ku hîn jî rûberîkirina ji bo Qirkirina Ermenan çênebûye û wiha got: "Werin em bi hev re, rê li ber nîvîsandina vê dîroka înkariyê bigirin. Em ji bo peydekirina heqîqetê tevbigerin. Baş bibin."
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, bi munasebeta salvegera 24'ê Nîsana 1915'an a Qirkirina Ermenan, peyamek weşand. Peyama Paylan a der barê Qirkirina Ermenan de wiha ye:
"Îro 24'ê Nîsana 1915'an roja bîranîna qurbanên Qirkirina Ermenan e...
Di ser Medz Yexerê (Felaketa Mezin) re 102 sal derbas bûn. Lê belê, hîn jî rûberîkirina ji bo sûca mirovahiyê ya mezin a Qirkirina Ermenan çênebûye.
Halbûkî, tenê rûberîkirina ji bo raborî û heqîqetê dê li welatê me piştevanî aştiya civakî bike. Em ji bîr nekin, her sûcê ku dubare bibe, tenê dibe dubarekirina wan sûcan. Hîn jî ev dubarekirin didome...
Werin em bi hev re, rê li ber nîvîsandina vê dîroka înkariyê bigirin. Em ji bo peydekirina heqîqetê tevbigerin. Baş bibin.
Bi rêz û hurmet qurbanên Qirkirina Ermenan bi bîr tînim.
Ruhê wan şa bibe."