ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur ê ji peywirê hatibû dûrxistin, di yekemîn rûniştina doza xwe de hat tehliyekirin.
Rûniştina yekemîn a doza Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Kadir Kunur ê ji peywirê hatibû dûrxistin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dştin. Kunur ê di 14'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê bi riya SEGBÎSÊ beşdarî rûniştina dozê bû.
‘ME BI AWAYEKÎ QANÛNÎ ŞAREDARÎ BI RÊ VE BIR'
Kunur, di dema parêziyê de daxwaza wergêrekî/e kurdî kir. Kunur ê bi kurdî parêziya xwe kir, dest nîşan kir ku îdianameya ku der barê wî de hatiye amadekirin bi temamî dûrî rastiyê ye û got, şahidê nepen ê ku li ser wî îfade daye di îfadeya xwe de diyar kiriye ku wî serdana girtîgehan kiriye, lê belê ew bi tu awayî neçûye girtîgehan û dê ev bi awayekî fermî jî bê tespîtkirin. Kunur, bersiva îdiaya şahidekî nepen ê din ku gotibû "derfetên şaredariyê ji bo rêxistinê hatine xerckirin" jî bersivand û got, şaredarî tim ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve dihat venihartin, lê belê tespîteke bi vîr rengî qet tune ye. Kunur ê ku got "Di îdianameya dozgeriyê de tê îdiakirin ku min erzaq birine Mala Şînê ya Cûdiyê" bi brî xist ku wê demê ew emeliyata fitqoyê bûye û wiha pirsî: "Mirovekî enxweş dê çawa karibe bar bikşîne?" Kunur, di parêziya xwe hemû tiştên pê tê tawanbarkirin red kir.
ŞAHIDAN ÎFADEYÊN XW EBI PAŞ VE KIŞANDIN
Piştî Kunur, heyeta dadgehê derbasî îfadeya şahidan bû. 4 kesên ku tên îdiakirin li ser Kunur îfade dane, li hizûra dadgehê anîn ziman ku wan di bin îşkenceyê de îfade dane. Şahidên ku îfade qebûl nekirin, diyar kirin ku bi zorê îfade bi wan dane îmzekirin.
Paşê parêzerên Kunur axivîn. Parêzeran diyar kir ku îdianameya hatiye amadekirin bi temamî ji rastiyê dûr e û gotin, tu delîleke şênber tune ye. Parêzeran daxwaza tehliyekirina Kunur dan.
Piştî parêzeran dozger axivî. Dozger berdewamiya girtina Kunur xwest û daxwaza temamkirina delîlan kir.
Piştî dozger, heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Kunur da.