Balafirên şer ên TSK'ê Şengal bombe kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê bombe li çiyayên Karaçokê yên li Rojava û li hin herêmên Şengalê barandin.

Balafirên şer ên TSK'ê Şengal bombe kir. Tê gotin, êrîşên ku Amûd û Geliyê Kersê yên Şengalê tên kirin, didomin. Li gorî agahiyan, bomberdûman ji aliyê 26 balafirên şer ên TSK'ê ve hatiye kirin.
Hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk beriya bombeyan li herêma Karaçok a Rojava bibarînin, li Dêrik, derdora wê û herêma Karaçokê, torên ragihandinê bi temamî hatine birîn.


YPG'ê DAXUYANÎ DA

YPG'ê têkildarî mijadê daxuyanî da û wiha got: "Di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de balafirên şer ê Tirkiyeyê êrîşeke berfireh li dijî navenda fermandariya YPG'ê ya li çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê pêk anîn. Li Qereçox Navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan (Itîsalat) û hin saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşa xedar de hin şervanên me jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn. Piştre wê navê wan bê eşkerekirin. Em weke YPG diyar dikin ku ev êrîşa tirsonek îradeya me ya azad di şerê li hember terorê de naşikîne. Her wiha em bang li gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi hêzên xwe yên rewa re yek ref bin û li hember vê êrîşê piştgiriya hêzê xwe bikin."