AMED - Ligel fermana dadgehê Firat Anli, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ahmet turk nearîr doza KCK'ê ya li Amedê hat dîtin. Parêzer mehmet emîn Aktar bi gotina "di doza ku bersûc tuneya darizandina nikare bêkirin" li hemberî neanîna siyasetmedarên kurd nerazîbûn nîşan da.
Doza ku der barê 156 siyasetmedarên kurd de hatiye vekirin a di nav de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî hene a di 2009'an de di bin navê KCK'ê de hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Endamên MP ên DBP'ê Turan Genç, Pero Dundar, Çîmen Işik, Olcay Kanlibaş, Hevserokê DBP'ê yê Amedê yê berê Alî Şîmşek, rêveberê DBP'ê yê Amedê Celal Yoldaş ên di dozên din de girtî e û hin bersûcên bêyî girtî Tên darizandin û parêzerên wan hatin beşdarî dozê bûn.
Firat Anli, Gultan Kişanak, Ahmet Turk û Sebahat Tuncel ên ku girtî ne bi hinceta ewlehiyê neanîn dadgehê
JI SEROKÊ HEYETA DADGEHÊ GOTINA BALKÊŞ
Piştî tespîta naznameyan ji bo parastinê mafê parastinê dan Çîmen Işik. Işik bi riya wergên di parastina xwe ya bi kurd^ikir de diyar kir ku îdianameya dozê gelek berfireh û dirêj e ji bo vê yekê jî ji dadgehê dem xwest. Bersûcên din jî ji bo parastina xwe bikin dem xwestin. Li ser vê yekê serokê dadgehê wiha got: "Em ê ji bo parastinê demê bidin we lê ev dê bibe dema dawî. Niha û pêve çi bibêjin em ê demê nedin we."
Piştre parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û diyar kir ku lêpirsina dosê 2 salan darizandin jî 6 sal, bi tevahî 8 sal in berdewam dike û girtekên dozê bi hezaran klasoran pêk tê.
Aktar destnîşan kir ku dewlet li dijî girtiyan polîtîkayekî nû ya sirgunê dixe dewreyê û wiha axivî: "Muwekîlên me yên tên girtin dişînin Sîlîvrî, Edîrne û Kandirayê. Me xwest ku muwekîlên me di dozê de amade bin. Lê bi hinceta ewlehiyê neanîn. Ji ber vî pêkanînê mirov nikare qala parastineke azad bike. Darizandina ku bersûc tuneye nikare bê kirin. Di CMK'ê de amadebûna bersûc di dozê de esas e. Ev di heman demê de maf e. Heke di doza din de neyên hebûna me ya li vir jî bêwate ye. Îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê bawer nakim muwekîlên me bînin vir. Ji ber ku biryara sirgunê wan dane."
'KESÊN KU DEWLET BI WAN BAWER NAKE EZ ÇIMA BAWER BIKIM'
Piştre parêzer Mesut Beştaş axivî û diyar kir ku dosya KCK'ê ya bingehîn "dosyayekî pir taybet e" û dadgeha ku darizandinê dike jî dadgehekî pir taybet e. Bêştan wiha got: "Ev dosya feraseta bi komplo û delîlên komploger û kumpasê hatiye amedekirin." Beştaş destnîşan kir ku der barê kesên ku ev dosya amede kirine de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na divê bê tespîtkirin û wiha berdewam kir: "Heke komployek hebe divê derxînin holê. Divê rewşa wan bê lêkolînkirin û bê ronîkirin. Tiştên ku wan kirine bi heman awayî ji aliyê vî dadgehê ve tê meşandin." Li ser van gotinan serokê heyetê gotina "em hewl didin her tiştî bikin" bi kar anî. Beştaş jî destnîşan kir ku pêzanê ku qeydên guhdarkirinê hatine şandin bawer nakin, rapora pêzanan şaş û kêm e û wiha got: "Ev hikûmet, serokomar, serokwazîr, rayedarên dewletê heke bi van kesan bawer nake ma ez çima bawer bikim."
Serokê heyetê diyar kir ku dozyaya ku der barê Sebahat Tuncel, Firat Anli û Gultan Kişanak de hatiye amadekirin ji bo bi dosyaya KCK'e ya esasî ve bibe yek ji dadgehê re nivîs şandine.