Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîş şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ya li ser herêma Qereçox û Şengalê şermezar kir û banga piştgiriya hêzên herêmê diparêzin li gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên şer ên TSK'ê şermezar kir. Hevserokatiya Kantonê êrîşa TSK'ê ya li ser herêma Rojava û Şengalê şermezar kir û bang li gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir ku piştgirî bidin hêzên wan. Daxuyanî wiha ye: "Hikûmeta Erdoxan AKP`ê ji bo derbe li şoreşa Rojava û deskeftiyên demokratîk ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bidin careke dîtir êrîşî herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê giştî cîhanê zagonên navdewletî ihmal kir û sînorê cîranê xwe derbas kir. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û tevahî gelên ji bo demokrasiyê têdikoşin ku destewerdana dewleta Tirk a ji herêma Cerablus destpêkir, gundên Efrînê jî topbaran kirin û ji Şengalê heyanî Efrînê êrîşî gelên me kir, şermezar bikin. Em weke Hevserokatiya Kantona Cizîrê kiryarên dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û êrîşa wan a herêmên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê şermezar dikin. Em bang li hemû gelên herêma kantona Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê dikin ku piştgirî bidin hêzên me yên leheng û êrîşa wan a li ser rûmeta gelê me vala derbixînin."