NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bertek nîşanî êrîşa YSK'ê ya li dijî Şengal û Rojava da û wiha got: “Şengal û Rojava hedef tên girtin. Lê gelekê li ber xwe dide heye, gelê me dê di asta herî roj de bertekên xwe bîne ziman. Divê hêzên koalîsyonê bêdeng nemînin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, bertek nîşanî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li dijî Şengal û Rojava da. Muslim, ku ji News Channelê re axivî diyar kir ku ji ber tevgera li ser sînor diyar dibû ku dê êrîşek wiha pêk bê û wiha got: “Êrîşeke ku ji rê derketiye heye. Ji xwe berê jî sînor dihatin bombebarankirin û balefirên keşfe digeriyan. Dihat zanîn û li bendê bûn. Nikarin bi van êrîşan gelê kurdisatanê bitirsînin. Gelê kurdistanê gelekî berxwedêre. Gelê me dê di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bide.”
‘DIVÊ HÊZÊN KOALÎSYONÊ BÊDENG NEMÎNIN’
Muslim, anî ziman ku êrîşa hewayî alîkariya ji bo DAÎŞ’ê ye û wiha axivî: “Divê hêzên koalîsyonê bertek nîşanî êrîşan bide. Gelekî ku li dijî terarê têdikoşe ji piştê ve rastî êrîşan tê. Divê hêzên koalîsyonê li dijî vê bêdeng nemînin. Divê kesek van êrîşan qebûl neke.”