STENBOL - Parêzer û siyasetmedar Hasip Kaplan der barê nîqaşên huqûqî yên referandûmê de agahî dan û bang li kesên dengê "Na" dane kir ku di têkoşîna hevpar a demokrasiyê de bibin yek.
Parlementerê HDP'î yê berê parêzer Hasip Kaplan, der barê nîqaşên referandûmê û pêvajoya huqûqî de pirsên dîhaberê bersivandin. Kaplan, bal kişand ser peywira YSK'ê û anî ziman ku karê wê li gorî qanûnan hilbijartinê pêk bîne ye û wiha got: "Di sala 2010'an de dîsa di dema îktîdara AKP'ê de li gor qanûneke ku hat derxistin, li meclîsê pusûleyên dengan ên bêmohr wek dengên nederbasdar hatin qebûlkirin. Lê belê, di referandûmê de parlementerekî AKP'ê bi rûpeleke ku bi destan hatiye nivîsandin daxwaznameyekê dide YSK'ê. Bêyî ku cih diyar bike, bêyî ku diyar bike ku li kuderê hatine bikaranîn, di mijareke neşênber de dixwaze dengên bêmohr bên qebûlkirin. Li ser vê nediyariyê, YSK li tevahiya Tirkiyeyê biryara derbasdariya van dengan dide. Û niha îdiaya ku 2 milyon û nîv dengên bêmohr hatine bikaranîn li holê ye. Tê îdiakirin ku ev pusûleyên dengan ên bêmohr bi taybetî li Rojhilat û Başûrê Rojhilat ji aliyê hin kesan ve hatine bikaranîn. Ev li Rojava û Anatolyaya Navîn ên welat jî heye. Ji bo vê, mafê îtirazkirinê ya partiyên siyasî heye. Lê belê, Lijneya Hilbijartina Bilind merciya biryara teqeziyê ye. Bi biryara ku daye, li dijî qanûna ku ji aliyê organa qanûnçêkirinê ve hatiye derxistin bi awayekî ku wê red dike biryarê dide."
HIŞYARÎ
Kaplan, der barê pêvajoya îtirazê ya li bajar û navçeyan hat kirin jî ev agahî dan: "Hemû kesên li navçeyan û bajaran, endamên lijneya sindoqan, yên deng bi kar anîne; li lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan mafê wan ê îtirazkirinê heye û berpirsiyara cezaî heye. Mafê wan heye ku gulî bikin. Dikarin îro jî vana hemûyan bikin. Heke ev ji aliyê îktîdarê ve esas neyên girtin jî, lê herî kên 10 sal mafê vana yên derbasbûyîna demê heye. Di serdemên pêş de dema îktîdar biguherin, dê kiryarên vê rewşê hesab bidin."
‘BAWERÎ BI YSK'Ê NEMA'
Kaplan wiha domand: "Ji ber ji bo hilbijartina derveyî welat dengdayîn berê hati kirin, lijneya hilbijartinê ya li wir qanûn sepand û biryareke wisa da. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî, di dengdayîna li nav welat de biryara hatiye dayîn wek biryareke derbasdar hesibandiye. Heta hîn dema deng dihatin bikaranîn ev biryar da. Dema mirov ji vê hêlê ve lê dinihêre, bi rastî jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ku diviya bi awayekî bêalî venêrînê bike, baweriya xwe winda kiriye. Li dijî vê helbet helbet îtiraza partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hene. Çimkî, rewşeke ku bandorê li encama hilbijartinê kir derket holê." Kaplan ê ku anî ziman ku gelek mînakên vê hene, hilbijartina herêmî ya 2014'an a li navçeya Norşînê ya Bedlîsê ku ji ber dengeke bêmohr hat betalkirin bi bîr xist û wiha got: "Di serokatiya şaredariya Norşînê de, ji ber dengê bêmohr hatiye bikaranîn hilbijartin hat betalkirin. Ji ber çi? Çimkî BDP şaredarî bi dest xistibû."
'DIVÊ ARGUMANÊN JI BO DMME'YÊ BI AWAYEKÎ HÊZDAR BÊN BIKARANÎN'
Kaplan, anî ziman ku ji bo hêlên ku îtirazî encamên hilbijartinê dikin riya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tenê maye û wiha domand: "Dadgeha Qanûna Bingehîn, li gor Qanûna Bingehîn hikma 'Ji ber biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryarên teqez in, nikare li van biryaran binihêre' heye. Li gel Qanûna Bingehîn jî, di huqûqa navxweyî de riyeke îtirazê ya bandorker tune ye. Di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de jî, hikmeke zaf zelal heye. Madeya 13'emîn 'mafê serlêdana bandorker' heye. Yanî heke xeletiyek bê kirin, mînak Lijneya Hilbijartinê ya Bilind xeletiyek kiribe, li gor PMME'yê diviya mafê serlêdanê yê bandorker hebûna. Li Tirkiyeyê mixabin bi vê Qanûna Bingehîn a heyî re ev tune ye. Îjar tenê serlêdana ji bo DMME'yê dimîne. Dê heta niha ev bibe yekemîn serlêdana emsalî. Tê gotin ku, ne qanûna endamên qanûnçêkirinê yên referandûmê, hilbijartina parlementera ye. Rast e, lê rastiyek heye ku dê bi vê pêşniyarê re di sala 2019'an de hejmara parlementeran bê zêdekirin. Tevî Serokomar hilbijartinê dixin hemû rojê û van guherînên girîng hemûyan berpêşî referandûmê dikin. Yanî dê ev guherînên girîng hemû, dê hilbijartina organeke qanûnçêkirinê ya di demeke pêş de hemûyan bêerk bihêle. Wek parêzerê parlementerên DEP'î di serlêdana ku min kir de, ji ber binpêkirina madeya 3'yemîn a Protokola Pîveka 1'ê, min ji dadgehê hin biryar stendin. Doza girtina partiyê jî mirov dikare wek emsal binirxîne. Mesela, ez wek parêzerekî dozên girtina DEP'ê, HEP'ê ku min ev doza veguhastibûn DMME'yê dikarim vê bibêjim; der barê madeya 11'emîn a peymanê 'binpêkirina azadiya rêxistinbûyînê' de hin biryar hatin dayîn. Tirkiye mehkûm bû. Dema em li madeya 11'emîn jî dinihêrin, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de tê gotin ku, azadiya avakirina komele û partiyê... Yanî azadiya rêxistinbûyîn û fealiyetan... Ma partiyên siyasî komele ne? Ma sendîka ne? Na. Lê gelo di vê madeya 11'emîn de partiyên siyasî tên zikirkirin? Na. Lê li gel vê jî DMME, biryara binpêkirina madeya 11'emîn da. Çimkî, cewhera vê madeyê azadiya rêxistinbûyîn û fealiyetan dihundurîne. Dema em di vî warî de tevbigerin wisa difikirim ku pesariya huqûqî ya madeya 3'yemîn a Protokola Pîveka 1'ê 'hilbijartina endamên qanûnçêkirinê, ji bo hilbijartina parlementeran derbasdar e' tune ye. Dema DMME vê esas bigire, rapora RHEE'yê û rêgezên Vendîkê jî esas bigire, dê binirxîne ku di şert û mercên newekhev ên hilbijartinekê de biryarên ku bandorê li encamên hilbijartinê kirine hatine dayîn. Li vir a muhîm ew e ku serlêdêr argumanên xwe bia wayekî hêzdar bi kar bînin. Dema bi awayekî hêzdar bi kar bînin, wisa difikirim ku dê serlêdaneke bi vî awayî bê qebûlkirin."
Kaplan rewşa muxalefetê jî nirxand û wiha got: "Li Meclîsê 4 partî hene. Ji xwe muxalîfên MHP'ê li derve ne û rêveberiya wê ya heyî jî bi AKP'ê re tevkariyê dike. Serok û parlementerên HDP'ê jî di hundur de ne. Tenê muxalefeta sereke CHP dimîne. Mixabin CHP mecbûr e ku muxalefeteke bandorker bike, wekî din tu şenseke wê tune ye. Ya duyemîn jî; kesên ku deng dan 'Na'yê divê di pêvajoya pêş de li dor nirxên demokratîk bên gel hev û ji bo van nirxan bi hev re bitêkoşin. Heke ev bê kirin, dê di warê rakirina astengiyên li pêş azadiya çapemeniyê, di warê daraza serbixwe de, di warê mafên welatiyan û cudaparêziyê de armosfereke siyasetê ya nû xwe bide der. Ev atmosfera siyasetê ya nû îhtimal e ku di nav AKP'ê de jî firtoneyan redike. Ji xwe di nav MHP'ê de rageşî heye, dê di cenahên nû de jî lêgerînên nû, pêşengên nû, hedefên nû, rêgezên nû xwe bidin der. Bi rastî jî dê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê têkoşînekê. Çimkî, di Adara 2019'an de hilbijartinên herêmî hene. Pişt re di payîzê de dê Serokomar û Meclîs bê hilbijartin. Muhtemelen partiya ku Serokomartiyê qezenc bike, dê di meclîsê de piranî ya wê be. Ji ber pêvajoyeke birîsk heye. Bi hêzdarkirina hêviyê, yekîtiya hêzên demokrasiyê ancax rê li ber van neyîniyan bê girtin."
‘DÊ GEL HESAB BIPRISE'
Kaplan ê ku got “Ji bi meşrûbûn an nemeşrûbûna hilbijartinekê di warê exlaqî, huqûqî yanî li gor rêgezên qanûnan mirov li meşrûbûna wê dinhihêre û dema em li van nîqaşên xwe jî dinihêrin, em dibînin ku îdiayeke binpêkirinê heye. Û wisa dixuyê ku dê ev nîqaş heta hilbijartinên 2019'an jî bidomînin" anî ziman ku, heke hilbijartineke pêşwext çênebe dê ev nîqaş bandoreke mezin li hilbijartina Mijdara 2019'an bike. Kaplan, parast ku dê di warê siyasetê de encamên vê di hilbijartinên 2019'an de xwe bidin der û wiha axivî: "Niha tevî îhlalkirinê di navberê de ferqeke bi qasî 3 milyon deng heye. Ev tê wateya ku, rêjeyeke ji sedî yekê dike 750 hezar deng. Yanî bûyereke ku bi ferqeke biçûk dê bandorê li hilbijartina Serokomartiyê bike. Ev jî nîşan dide ku dê îktîdar pir nerihet be. Çimkî di serdema pêş de dema mirov krîza aborî, zêdebûna betaliyê, enflasyinê, serobinbûyîna hevsenga li Rojhilata Navîn, neserketinên di polîtîkaya derve de lê zêde bike, dê di hilbijartina 2019'an de gel di warê siyasetê de hesabêv ê biprise. Lê dê di warê huqûqî de çi bibe? Heke di warê huqûqî de muxalefet hêzdar û wêrek be, dê hesab bê pirsîn. Yanî ev li hemû welatan û cîhanê wisa ye."
Kaplan, dest nîşan kir ku encam bandorê li her kesî kirine û got, ev tenê ne pirsgirêka partiyên siyasî ye. Kaplan wiha bang kir: "Ji ber vê em bang li platformên siyasî yên sivîl, rêxistinên kedê, rewşenbîr, hunermend, çapemenî û her kesî dikin da bi awayekî hestiyarî tevbigerin û wek welatiyekî/ê xwedî li mafên xwe derkevin. Dê wê çaxê bê dîtin ku, heke hêza gel baş bê kanalîzekirin dê encam bê stendin. Divê ji niha ve xebatên vê bên destpêkirin."
Sadiye Eser - dîhaber