Komîsyona OHAL'ê avêtin pişt derî

ENQERE -Serokê Şaxa ÇHD'a hat girtin ê Enqereyê Parêzer Murat Yilmaz, der barê Komîsyona Lêkolîna Kirariyên OHAL'ê ya ku çar meh berê biryara avakirina wê hat dayîn, lê hîn jî nehatiye avakirin axivî. Yilmaz, anî ziman ku hem hikûmet hem jî DMME wek "avêtina gogê ya ji bo tacê" nêzî komîsyonê dibin.

Di 23'yê Çileyê de di çarçoveya KHK'ya Jimare 685'an de biryara avakirina Komîsyona Lêkolîna Kirariyên Rewşa Awarte (OHAL) hatibû dayîn, lê hîn jî ev komîsyone nehatiye avakirin. Bi OHAL'ê re bi bi hezaran kes ji peywirên xw eyên cemaweriyê hatin îxrackirin û her wiha ji van kesan bi deh hezaran jê serî li DMME'yê dan, lê belê DMME diyar kir ku li Tirkiyeyê riya huqûqa navxweyî hîn jî nehatiye xitimandin û ev serlêdan paş ve şandibûn. Dozên li Dadgeha Îdarî û Şûraya Dewletê hatin vekirin jî, bi hinceta li dijî KHK'yan doz nayê vekirin hatibûn redkirin.

Serokê Şaxa Komeleya Huqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Enqereyê Parêzer Murat Yilmaz, derbarê neavakirina komîsyonê de axivî. Yilmaz, diyar kir ku bi awayekî zanebûnî ji aliyê hikûmetê ve dema avakirina komîsyonê tê dirêjkirin. Yilmaz, bi bîr xist ku komîsyona ji 7 kesan pêk bê dê li doza 125 hezar îxracan binihêre û wiha got: "Bi nêvengî ev komîsyona ancax dikaribe 3-4 salan vana temam bike. Yanî ne mumkun e. Dema ew jî red bikin, dê li hemberî vê îjar li Dadgeha Îdarî doz bê vekirin û dê ev li Dadgeha Îdarî bi nêvengî 2-3 saln bidome. Dê karê wê yê temyîzê jî hebe û dê ev jî 2-3 salan bidomşne. Û rewşeke çûyîna DMME'yê jî heye, dê paşê jî serî li DMME'yê bidin. Yanî wisa dixuyê dê di navbera 15-18 salan de bidome."

‘HIKÛMET DI WARÊ NIRXANDINA ÎXRACAN DE NE CIDÎ YE'

Yilmaz, anî ziman ku hikûmet di warê îxrackirinan de ne cidî ye û wiha axivî: "Diyar e ku dê tiştek ji vê komîsyonê dernekeve. Heke hikûmetd i vê mijarê de cidî bûna, dema KHK'yê bi îlankirina OHAL'ê re derketin dê li her bajarî komîsyonek ava bikirana, paşê biencam bikirina û rê li ber çûyîna dadgehê vekirina."

Yilmaz ê ku got "Hikûmet bi vê komîsyonê re bi kevirekî li du çûkan xist" wiha axivî: "Ji Ewropayê re got 'Min komîsyon ava kiriye, em ê lêkolîn bikin. Min riya darazê jî vekiriye.' Ji ber vê dê AYM serlêdanan red bike û bibêje 'Komîsyon heye' an jî dê Dadgeha Îdarî û Şûraya Dewletê jî bibêjin 'Komîsyon heye' û dê serlêdanan qebûl nekin. Hikûmet bi komîstona ku li holê tune ye, bi ser de dema pêvajoyê jî dirêj kir. Dê di navbera 15-18 salan de mirova bersiveke erênî an jî neyînî bistînin. Dema mirov li temenê mirov an jî dema xebitandina mirov difikire, nediyar e ku dê mirovên hatine îxrackirin çi bikin. Ji ber niha bi temamî komîsyon tiştekî xapandinê ye. Tu tiştek ji vê komîsyonê dernakeve."

‘JI BO GOGÊ JI XWE DÛR BIXÎNE DAVÊJE TACÊ'

Yilmaz, anî ziman ku DMME ji bo ji barê dosyeyan xwe xelas bike, destê xwe naxa bin kevir. Yilmaz wiha domand: "Niha hem DMME, hem AYM, hem Şûraya Dewletê û hem jî Dadgeha Îdarî ji bo gogê ji xwe dûr bixin wê davêjin tacê. Paşê mirovên hatine mexdûrkirin, bifikirin dewlet der barê we de kirariyekê dike, we îxrac dike lê li hemberî vê cihekî ku hûn biçinê nediyar e, yanî merciyeke ku bêje ev rast e yan jî xelet e tune ye."