MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku polîsên taybet girtî Hamdullah Zengin kê birîndar û li benda tedawîkirinê ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê derxistine ew birine cihekî nediyar û îşkence lê kirine.
Hamdullah Zengin ê HPG'î yê ku di 20'ê Cotmeha 2016'an de, di pevçûna ku di navbera rêbejahiya Dersim-Erzînganê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû, bêyî ku tedawiya wî temam bibe hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê û piştî 2 mehan ew sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Gîrsûnê kirin. Zengin ê ku 2 gule li dest wî yê çepê û 3 gule jî li lingê wî yê rastê ketin, ji bo gule ji bendena wî bên derxistin 7 meh in li benda tedawîkirinê ye. Dayik Rûkiye Zengin a der barê tenduristiya kurê xwe de şik û gumanên wê hene, derpêş kir ku dema kurê wê birîndra bûye gelek caran îşkence lê hatiye kirin.
DERMANAN NADINÊ
Dayik Zengin wiha axivî: "Rêveberiya girtîgehê dermanan nade kurê min, wî naşînin tedawiyê û îşkenceyê lê dikin. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin. 7 meh in hîn jî gule di milên wî de ne. Her diçe ev gule bêtir zirarê didin wucûda wî. Ew jî ji me re van tiştan dibêje. Her diçe kurê min dihele. Ji xwe di girtîgehê de ye, lê ev îşkence ji bo çî ye? Beriya niha dema em çûn hevdîtina vekirî gelekî cuda bû, lê di vê hevdîtina vekirî de cudatir bû. Tiştên hatine serê wî ji me re vegotin. An jê me yê niznaibûna. Min kurê xw enas nekir."
LI TU WELATÎ ÎŞEKNECEYEK WISA TUNE YE
Bav Hamit Zengin ê ku di 7'ê Nîsanê de çû hevdîtina vekirî ya kurê, anî ziman ku kurê wî gotiye, polîsên taybet wî ji girtîgehê wergirtine, birine cihekî nediyar û li wir îşkence lê kirine. Bav Zengin wiha axivî: "Ji me re got, di 2'yê Nîsanê de jê r egotine îfadeya te heye û polîsên taybet ji bo îşkenceyê wî birine. 3 rojan îşkence lê kirine, wî birçî hiştine. Piştî îşkenceyê 5 rojan ketibû greva birçîbûnê. Rewşa wî qet nebaş e, reng lê nemaye. Ma ev ne li dijî mafên mirovan e?"
Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê geriyan, kesê li revîra girtîgehê diyar kir ku ew nikarin der barê mijarê de agahiyan bidin.