Heyeta HDK’ê gelê Şirnexê ziyaret kir

ŞIRNEX - Heyeta HDK'ê gelê Şirnexê ziyaret kir. Heyletê diyar kir ku dê piştî hevdîtinên xwe yên Şirnexê raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.

Heyeta Kongereya Demokratîk ya Gelan a di nav wan de endamê ESP’a Stenbolê, Platforma Aştiyê û endamên Koordînasyona Piştgiriyê ya Cizîrê heta Sûrê gelê Şirnexê ziyaret kir. Heyet ji aliye Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez û endamên meclîsan partiyên DBP û HDP'ê ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê destpêkê taxên ku hatine hilweşandin ziyaret kirin. Pişt re heyet çûn serdana malbatên ku xizmên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û xaniyê wan hatine hilweşandin. Heyetê diyar kir ku piştî li taxan agahî û nêrînên gel girtine dê raporekê amade bikin û di demên pêş de bi raya giştî re parve bikin.

Heyet piştî ziyaretan ji bajar veqetiya.