AMED - Kongreya Civaka Demokratîk ku îro dadgeh wê wekî rêxistina "Terorê" pênase dikin, derket holê ku tê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Cîcek di 19'ê Çileya 2012'an de bi fermî nivîs şand û xebatên Komîsyona Lihevkirinê ya Meclîsê pêşkêşî wê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku 5 sal berê Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiye Cemîl Çîcek ji bo şewirê nivîsa fermî jêre şandiebû, îro dadgeh wê wekî rêxistina "Terorê" pênase dikin.
Kongreya Civaka demokratîk (KCD) ku di sala 2007'an de li Amedê ji aliyê saziyên sivîl ên civakî ve hat avakirin, wekî platforma herî mezin hat îlankirin. KCK ku bi awayekî fermî hat avakirin, îro wekî dijzagonî tê nîşandan. Piştî di sala 2011'an de Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn ya Meclîsê hat avakirin, Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiye (TBMM) Cemîl Cîçek di 19'ê Çileya 2012'an de nivîsa fermî ji KCD'ê re şand û xwest nerîn û fikrên wê yên der barê şêwira Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehin a Meclîsê de bigire. Piştre derket holê ku polîs bi awayekî nepenî li KCD'ê guhdar dikin.
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemil Çiçek, bi îmzeya xwe bi hêjmara “A.O1.AUK.0.00.00.00-13002/43184” nivîsa fermî ji KCD'ê re şand û KCD bi awayekî fermî dawetî Komîsyonê kir. Niha jî heyetên dadgehê, bi hinceta KCD bi fermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin KCD û KCK tîne beramberî hev û hemû xebatên wê yên heta îro "Dijzagonî" nîşan dide.
Nivîsa ku bi îmzeya Çîcek hat şandin bi ser navê "Ji Kongreya bi Nirx re" dest pê dike. Di berdewama nameyê de tê gotin ku di pêngava amadekariya qanûna bingehîn de serlêdana nerîn û fikrên we hewcedariya tevlebûna demokratîk e. Di vê wateyê de di 20.01.2012'an de li avahiya Melîsê, Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn a Meclîsa Mezin a Tirkiye dê li nûnerên we ku kongreya we guncav dibîne guhdar bike. Em rica dikin ku hûn navên nûnerên xwe yên bên guhdarkirin bi awayekî nivîskî ji mere bişînin.
Komîsyona guhdar bike: Komîsyona Jêr a Hêjmar 3 a Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn ya Meclîsê
Saeta guhdarkirinê : 11.40-12.20
Cihê Guhdarkirinê : Salona Mermerlî"
KCD ji delegeyên gel ên hatine hilbijartin wekîl, hevşaredar, endamên meclîsa bajar, nûnerên partiyên siyasî, keya, nûnerên rêxistinên civakî, rewşenbir, bawerî, rengên cuda û komele û odeyan pêk tê.
KCD, Platforma herî mezin a rêxistinên civakî ye. Lijneya Giştî ya KCD, ji 850 delegeyan pêk tê û ji 101 endamên Meclîsa Daîmî pêk tê. Di Nava Meclîsa Daîmî de koordînasyon a rêveberiyê ji 21 kesan pêk tê. Serokatiya Dîwana Meclîsê jî ji 5 kesan pêk tê û 2 hevserokên wê hene. Piştî pêvajo hat guhertin, bi hinceta xweseriya demokratîk diparêze KCD bû hedefa dewletê.
Serdozgerê Komarê yê Amedê di çarçoveya lêpirsînê de hemû xebatên KCD'ê yên di navbera 2007-2014'an de xist bin lêkolînê. Li ser fermana dozgeriyê avahiya KCD'ê ji, 2010'an heta 2014'an 4 salan xistin bin şopandina fîzîkî û teknîkî. Piştî avahiya KCD'ê xistin bin şopandinê û guhdarkirinê bi sedan siyasetmedarên kurd bi hinceta endam û rêveberên KCD'ê ne hatin binçavkirin û girtin. Der barê siyasetmedarên kurd de bi hinceta endamên KCD'ê ne bi dehan salan ceza ji wan tê xwestin û doz li wan tê vekirin.
Der barê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Nursel Aydogan, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan, parlamenterê HDP'ê yê berê Halil Aksoy, Emine Ayna, siyasetmedarên kurd Seydi Fırat, Cafer Kan, Edip Yaşar, Cabbar Leygara, Abdulbaki Karadeniz, Ramazan Ozbek, Halis Bilen û Mehmet Baysal, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk, Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Ali Aydin de bi hinceta çûne avahiya KCD'ê û beşdarî civînên wan bûne doz li wan hatin vekirin.