Zarokê di teqînê de birîndar bû dê emeliyat bibe

AMED - Ji 4 zarokên li qada Tabûra Cendirmeyan a Îkizce ji ber teqemeniyê birîndar bûn Mehmet Barim talûke ji ser xwe avêt û dê di demek nêzîk de emeliyat bibe.

Li Bajaroka Dêrgula Şirnex di 20'ê Nîsanê de 4 zarokên ku nêzî sergoya Tabura Îkizcê bi amurekî biyanî dilîstin teqîn pêk hat. Zarokên bi navê Emre Bozveren (10) û Mehmet Barim (11) bi giranî birîndar û Huseyin Acet (12) û Cumali Kalkan (11) bi awayekî sivik birîndar bûn. Piştî dermankirinê zarokên sivik birîndar ketibûn ji nexweşxaneyê derketin, Emre Bozveren li Nexweşxaneya Şirnexê, Mehmet Barim jî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Bozveren ji ber ku di serê wî de perçeyek heye bijîşk nikarin mudaxaleyê bikin û hêj bi awayek razayî di lêgerîna lezgîn de ye. Rewşa Barim ê piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê rakirîn Fakulteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê jî, ber bi başiyê ve diçe. Hat zanîn ku Barim talûke ji ser xwe avêtiye, lê dê di demek nêzîk de emeliyat bibe.