NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ya li herêma Şengalê daxuyanî da û êrîş şermezar kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê êrîşa TSK'e ya li dijî Şengalê şermezar kir. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê her roj bêhtir faşîst dibin û êrîşên xwe dijwartir dikin. Ev tifaqa faşîst bi helwest û êrîşên xwe her roj dewleta Tirkiyeyê li derve û li hundir bêqîmet dike û vê yekê jî ji bo berjewendiya xwe dike. Balafirên TSK'ê di 25'ê nîsana 2017'an de seat di 02.00'an de herêma Qereçox a Rojava û warê pîroz ê êzidiyan Şengalê bombebaran kir. Tifaqa faşîst bi ev helwesta xwe ji roja şoreşa Rojava destpêkiriye û heta niha, ji bo têkbirina destkeftiyên gelên Kurdistanê li ber çavên dinyayê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî êrîşên xwe bênavber didomîne. Ev êrîşên xayîntî nîşan dide ku bê Erdogan û tifaqa AKP-MHP'ê çiqasî ji şoreşa Rojava a ku rêxistinî, berxwedan û têkoşîna bi biryariya gelên Kurdistanê ditirsin. Her wiha dewleta dagirker her ku dibîne çete û DAÎŞ ber bi tunebûnê ve diçin û ji bo pêşiya wan veke êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Tu ravekirineke din ku ev êrîşa xayîntî ya ku li hemberî azadkirina Raqayê ye bîne ziman tune ye."
JI KCD'Ê BANGI
KCD'ê bang li hemû kurdistaniyan kir û wiha got: "Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk ev êrîşa li hemberî gelê me pêk hatiye bi tu awayî qebûl nakin û hêzên qirker-faşîst ên ev êrîş pêk anîne bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû kurdistanî û dostên wê dikin ku li hemberî ev êrîşêm qirker-faşîst yekîtiya xwe avabikin û li her derê bi çalakiyên protestoyî rêxistiniya xwe û têkoşîna xwe xurtir bikin."