NAVENDA NÛÇEYAN – MSD`ê êrîşa balafirên TS'ê yên li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê bi awayekî hemwext pêk hatin, şermezar kir. MSD'ê anî ziman ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser herêmê dixwaze hemeleya rizgarkirina Reqqa têk bibe û bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê nefesê bistînin. TEV-DEM'ê jî bagn li pêkhatiyên Bakurên Sûriyê kir û xwest bêdêng nemînin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî da. MSD`ê diyar kir ku îradeya wan a di li hember terorê dê hîna xurtir bibe. MSD'ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di demeke ku hemleya Reqqa dewam dike û hêzên me li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin, balafirên şer ên Tirkî baregehên paş ên hêzên me li çiyayê Qereçoxê û herêma Şengalê bombebaran kirin. Ev êrîş nîşana wê yekêye ku dewleta Tirkî dixwaze hemleya Reqqa têk bibe û nefesê bide DAIŞ`ê. Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de vê êrîşê şermezar dikin, bang li civaka navnetewî dikin ku bertek raber bike û Dîsa bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku siyaseta rêjîma Tirkî red bike. Em tekez dikin ku dê îradeya me di şerê li dijî terorê de û alîgirên wê de xurtir bibe.”
TEV-DEM'Ê BANG LI PÊKHATEYÊN BAKURÊN SÛRIYÊ KIR
Desteya Koordînasyona TEV-DEM'ê jî êrîş şermezar kir û bang li tevahî pêkhatyên Bakurê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dewleta dagiker bi îradeyeke xurt rabin ser piyan û besiveke tund bidin bidin êrîşên AKP’ê.
Desteya Koordînasyona TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirkiyê ya dagirker, dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê careke din êrîşek hovane li ser gelê kurd pêk anî. Di heman şevê de hem li ser Rojava herêma Qereçox hem li ser Şengal gelê me yê Êzîdî balafirên şêr ên dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê bi awayekî hemwext bombebaran kir. Di serî de ev êrîşên hovane bi tundî em şermezar dikin. Heval û rêhevalên di van êrîşên hovane de jiyana xwe winda kirine û şehîd ketine em bi rêzdarî wan bi bîr tînin, li hemberî wan bejna xwe ditewînin û careke din em soz didin ku em ê di xeta şoreş û berxwedanê de heta dawîn israr bikin û şehadeta van hevalina bikin sedema rêxistinkirin û avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê.
Dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê hebûn û nebûna xwe li ser statu û şoreşa Kurdistanê dibîne. Ji bo vê ne tenê li bakurê Kurdistanê di heman demê de li ser Rojava, Şengal û başûrê Kurdistanê hertim di nava êrîş û planên îrade şikandina gelê kurd û tasfiyekirina şoreşa Kurdistanê de ye. Taybet piştî referandûma 16’ê Nîsanê li Tirkiyê pêk hatiye, dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê bi temamî li ser şoreşa Kurdistanê Rojava, Başûr û Şengal êrîş, komkujî û hovîtiya xwe di asteke hîn bilindtir, derveyî nirxê mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî berdewam dike. Aloziya ku eskerî, siyasî, aborî û çandî ku di hundir de dijî hewl dide bi her şêwazî îxracî derveyî Tirkiyê li ser Rojava, Başûr û Şengal pêş bixe û bikaribe desthilatdariya xwe ya dagirker bidomîne.
Dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê jixwe ji destpêka şoreşa Rojava û vir ve li ser Rojava û bakurê Sûriyê taybet Efrîn, Şehba bi temamî li ser hidûdê Rojava bênavber di nava êrîşên hovane de bû. Di van êrîşan de heta roja îro bi dehan kesên kurd, ereb, xiristiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hîn jî artêşa dagirker li ser hidûdê Rojava û bakurê Sûriyê her roj zêdetir xwe bi cih dike zext, êrîş û tehdîdên xwe di her fersendê de diyar dike.
Dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê tu caran berxwedana gelê kurd, ereb û xiristiyan a li hemberî çeteyên faşîst DAIŞ’ê hezm nekir. Îro jî li Reqa, Tebqa hêzên QSD, YPG û YPJ roj bi roj derbeyên giran li çeteyên faşîst DAIŞ’ê dixin. Tam jî di demeke wisa de êrîşên dîktator Erdogan û dewleta Tirkiyê li ser Dêrik herêma Qereçox, Şengal û Şehba bêguman ne bê wate ye. Ev êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker di heman demê de piştgiriya çeteyên faşîst DAIŞ’ê ye ku dixwaze berxwedana YPG, YPJ û QSD lawaz bimîne.
Hêzên navneteweyî ku li ser axa Sûriye û Şengal xwe xwedî rol û hêz dibînin, bêdengiya van hêzan bûye sedem ku diktator Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bi rehetî planên xwe yên dagirker pêk bîne û êrîşên li ser Rojava û Şengal berdewam bike. Li ser Şengalê fermana 73’yan bi destê çeteyên faşîst DAÎŞ’ê pêk hat. Hîn jî bandora vê fermanê rojane û zindî tê jiyîn. Gerîlayên Kurdistanê, YPG, YPJ Şengal rizgar kirin. Ew PDK’a ku her roj li ser Şengalê êrîş dike û li ser hev di nava bangawaziyê de ye ku Şengal bê valakirin birastî li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê çima bêdeng e? Helwesta PDK’ê li hemberî êrîşên dewleta dagirker li ser Şengalê çi ye? Bi giştî planên pir qirêj, kone û xeter li ser gelê kurd careke din pêk tên.
Bangawaziya me ew e ku hemû gelê me, gelê ereb û xiristiyan bi îradeyek xurt û cesaret, bi bawerî li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê, dîktator Erdogan û desthilatdariya AKP’ê helwest û şermezarkirina van êrîşan bi asteke pir bilind û bi şêwazekî tund diyar bikin. Bi temamî li Rojava û bakurê Sûriyê gelê kurd, ereb û xiristiyan rabin ser piyan. Bila bê zanîn ku dîktator Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê tu caran nikaribin li hemberî şoreş, îrade û berxwedana hemû gelê me encam bigire. Bangawaziya me ew e ku ew hêzên ku li hemberî DAIŞ’ê li ser axa Sûriyê bi gşitî xwe berpirsyar û rol dibînin eger li hemberî ev êrîşên dewleta dagirker û dîktator Erdogan ne xwedî helwest bin tu kes ew ê ji helwesta wan a li hemberî DAIŞ’ê bawer neke. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin ku koalîsyona navneteweyî, Rûsya li hemberî êrîşên dewleta Tirkiyê xwedî helwest bin, rê nedin ku dagirkerî li gel çeteyên faşîst DAIŞ’ê li ser axa Sûriyê û Rojava xwe bi cih bikin. Hemû gelê me di hemû bajaran de, bi hemû hêz û potansiyala xwe rabin ser piyan û hesab ji dewleta dagirker a Tirkiyê bixwazin. “