Doza Pasûrê dê li benda encamên fermî yên referandumê bihêlin

ENQERE - 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di doza Pasûrê de biryar da ku guhertina Qanûna Bingehîn ên armanc dike ku dadgehên leşkerî rake, li benda encama fermî ya referandumê bê hiştin.

Li navçeya Pasûrê ya Amedê di sala 1993'an de 11 welatî hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Têkildarî windakirina 11 welatiyan doz hatibû vekirin. Rûniştina 15’emîn a doza 11 welatiyên Pasûrê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Rûniştina dozê tenê 5 deqîqeyan berdewam kir. Bersûc Yavuz Erturk, beşdarî rûniştinê nebû. Di rûniştinên berê de dozger û parêzerên bersûc xwestibû ku dosyayê bişîne dadgeha leşkerî. Ji parêzerên beşdarî dozê bûn Erkan Şenses, di rûniştinên berê de diyar kiribû ku di guhertina qanûna nû de dê daraza leşkerî bê rakirin. Prz. Şenses, diyar kir ku encama referandumê ya fermî diyar nebûye û xwest biryarê li benda referandumê ya fermî bihêlin. Parêzerê windayan jî xwestin bersûc Erturk bînin beşdarî rûniştinê bikin.

Heyeta Dadgehê jî biryar da ku guhertina li benda encama fermî ya referandumê bê hiştin û daxwaza anîna Erturk jî red kir. Heyetê rûniştina dozê taloqî 12'ê Hezîrana 2017'an kir.