Gelo agahiya Koalisyonê jê hebû, çima PDK bêdeng e?

ŞENGAL - 26 balafirên şer ên TSK'ê saet di 02.00'ê 25'ê Nîsanê de herêmên Şengalê û Rojava bombe kir. Di êrîşa li Şengalê de herî kêm 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 7 pêşmere, şervanên YBŞ'ê û sivîl birîndar bûn. Tê niqaşkirin ku agahiya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî heye an na. Dîsa tê meraqkirin ku çima PDK bêdeng e?

Balafirên şer ên TSK’ê di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de li çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê pêk anîn. Li Qereçox Navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan (Itîsalat) û hin saziyên leşkerî hene. Di êrîşê de tê niqaşkirin ku gelo agahiya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku bi hêzên kurdan re hevpar tev digere ji êrîşê heye ya na? Heta niha çima PDK bêdeng e. Balkêş e ku heta niha PDK'ê tu daxuyanî neda ye. Di êrîşê de herî kêm 5 peşmergeyan jiyanaxwe ji dest dan û 7 peşmerge jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku welatiyên sivîl jî birîndar bûn û endamekî YBŞ'ê birîndar bûye û disa hat ragihandin ku li Rojava û Qereçoxê di bombebaranê de 8 YPG’iyan jiyana xwe ji dest dane. Tê meraqkirin ku gelo agahiya Hêzên Koalisyona Navneteweyî ku bi Artêşa Iraqê re, bi Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û hem jî li ser axa Rojava û Sûriyeya Bakur bi QSD û YPG’ê re hevpar tev digere ji êrîşê heye ya na? Heta niha ne koalîsyonê û nejî PDK'ê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan.

Ajansa nûçeyan a Reuters'ê diyar kir uk rayedarên PDK'ê diyar kiriye ku balafirên şer ên TSK'ê bi şaşî li kozikên peşmergeyan xistiye.

SALİH: 5 YBŞ’Î BIRÎNDAR BÛN

Serokê Encûmena Avakirina Şingalê Xidir Salih ji Rûdawê re ragihand, di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de li Çiyayê Şingalê 5 şervanên HPG û YBŞê birîndar bûne, ku birîna şervanekê giran e. Salih got; “Di êrîşê de pêşmerge, şervan û kurdên êzidî hatine armanckirin. Ev yek rûyê rast ê dewleta Tirkiyê nîşan dide.”

FERMANADRÊ PÊŞMERGEYAN: 5 PÊŞMERGE ŞEHÎT BÛN

Fermandeyê Lîwaya Taybet a 2 a Hêza Pêşmerge, Lîwa Hekar Amêdî ji Rûdawê re ragihand û wiha got: “Ew pêşmergeyên ku di bûyera îro de birîndar bûne, ser bi hêza me bûn û rewşa tendirustiya wan niha baş e. 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan 6 pêşmerge birîndar bûn.

BERDEVKÊ SEROKOMAR DAXUYANÎ DABÛ


Berdevkê serokomar Îbrahim Kalin, duh li pêşberî kamerayan daxuyanî da û got: "Gefên terorê didomin. Tirkiye her dem dikare li Sûriye û herêma Federal a Kurdistanê dikare operasyonêp êk bîne. Pişti daxuyaniyê, balafirên şer ên TSK'ê li dijî Şengalê li ser avahiyên Radyoya Çira, Radyoya Dengê Rojava û gelek nokteyêndin bombe kir.