NAVENDA NÛÇEYAN –Fermandarê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê û Fermanariya QSD'ê bi hev re serdana Qereçox kirin.
Fermandarê Hêzên Koalîsyona navdewletî ya şerê DAIŞ'ê dike yê li Sûriyê tevî Fermandariya giştî ya QSD`ê serdana Qereçox kirin û li noqteyên ku hatin bombebarankirin geriyan.
26 balafirên şer ên TSK'ê saet di 02.00'ê 25'ê Nîsanê de herêmên Şengalê û Rojava bombe kir. Di êrîşa li Şengalê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 9 pêşmere, 1 şervanên YBŞ'ê û sivîl birîndar bûn.