Berdana wekîla HDP'ê Aydogan îtîraz kirin

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê berdana Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan îtîraz kir.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin di 21'ê Nîsanê de hatibû berdan. Dozgerê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdana wekîla HDP'ê ya Amedê
Nûrsel Aydogan îtîraz kir. Dozger ku ji Aydogan heta 103 sal ceza dixwaze, ji 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwest Aydogan ji nûve bê girtin Dozger, sedema 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê ku 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daye û hatiye teqeskirin hincet nîşan da û xwest dadgeh biryara girtinê bide.

Aydogan, di rûniştian doza 21'ê Nîsanê de hatibû berdan.