Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê êrîşa Şengalê şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed êrîşa ser Şengalê şermezar kir û ji Wezareta Derve ya Iraqê xwest ku daxwaznameya şermezarkirinê bidin balyozê Tirkiyê yê li Iraqê. Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî diyar kir ku serdestiya Iraqê hatiye îhlalkirin.

Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê de daxuyaniyek belav kir. Aram Şêx Mihemed di daxuyaniyê de got: “Êrîşkirina ser xaka Iraqê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê, hemû peymanên navnetewî û cîrantiye. Bê guman wê bandorê li têkiliyên di navbera herdû aliyan de û wê ewlekarî û aramiya herêmê têkbide.” Aram Şêx Mihemed anî ziman ku tu hincetek ji bo destwerdana Tirkiyê nîne û wiha got: "Me daxwaz ji Hikûmeta Federalî kiriye ku ji bo radestkirina daxwaznameya şermezarkirina destwerdana Tirkiyê ser xaka Iraqê, balyozê Tirkiyê were vexwendin.”

WEZARETA KARÊN DERVE YA IRAQÊ: ÊRÎŞ ÎHLALA SERDESTIYA IRAQÊ YE

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî êrîşa TSK'ê şermezar kir û anî ziman ku êrîşa hewayî ya li Şengalê îhalal serdestiya Iraqê ye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ahmed Cemal, têkildarî mijarê daxuyanî da Associated Press (AP) û got: "Ev êrîş îhlala Serdestiya Iraqê ye. Divê Tirkiye dawî li van mudaxaleyên xwe yên bi vî rengî bîne. Hikûmeta Tirk beyî bi hikûmeta Iraqê re parve bike hemû operasyon nayên qebûlkirin. Em hişyar dikin ku li Bakurê Iraqê operasyonan pêk nîne. Ger ku dijberî vê yekê gav bên avêtin dê rewş aloztir bibe.