STENBOL - Edîtorê malpera Sendika.orgê Alî Ergîn Demîrhan ku hatibû binçavkirin 5 roj şûnde hat berdan.
Polîsan di 20'ê Nîsanê de bi ser ofîsa sendika.org'ê de girt û di serdegirtina sendîkayê de bi hinceta der barê Edîtorê sendîka.org'ê Ali Ergin Demirhan de biryara girtinê heye bi ser buroyê de girt. Polîsan bi ser buroyê de girt û Demirhan binçav kirin. Polîsan bi hinceta "encama hilbijartinê rewa nedaye nîşandan, di hesabê medya de parve kiriye û çalakî organîze kiriye, kîn û dijminantî pêş xistiye" Demîrhan binçav kirin. Demirhan, birin Midûriyeta Polisan a Atişalani ya Esenlerê. Demirhan ku 5 rojin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat girtin piştî li midûriyetê îfade da serbest hat berdan.