Şûraya Dewletê serlêdana CHP'ê red kir

ENQERE - Şûraya Dewletê serlêdana CHP'ê ya der barê biryara YSK'ê ku pusulayên bê mohr derbasdar qebûl kirine, red kir.

CHP, der barê biryara YSK'ê ma pusulayên bê mohr qebûl kiribû de serîli Şûraya Dewletê dabû û xwestibû ev biryara YSK'ê bê betalkirin. Şûraya Dewletê serlêdana CHP'ê bi piraniya dengan red kir. Şûraya Dewletê diyar kir ku ji ber ew biryara YSK'ê wekî karekî îdarî nabînin em nikarin daxwaza CHP'ê ya der barê biryarê de binirxînin û biryar bidin.

CHP'ê di serlêdanê de diyar kiribû ku nêzî 2.5 milyon pusula bê mohrin û xwestibû YSK vê biryara pusulayê bê mohr biguhere.