AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, li Amedê hat binçavkirin û birin Edliyê. Uca, piştî li dadgehê îfade da serbest hat berdan.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, dema ji mala xwe ya Amedê derdiket hat binçavkirin. Polîsan bi hinceta der barê wê de 6 lêpirsînên cuda hene Uca binçavkirin û birin Edliyê. Hat zanîn ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" der barê Uca de heta 15 salan ceza tê xwestin. Polîsan piştî Uca, binçav kirin birin 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Der barê Uca de biryara bi zorê bînin rûniştina dozê hatibû dayîn. Uca, piştî li dadgehê îfade da serbest hat berdan.