Konseya Ewropa biryar da Tirkiye ji nûve têxe bin çavdêriyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa biryar da ku Tirkiye ji nûve têxe bin venêrtiyê û çavderiyê bike. Biryar li dijî 45 dengan bi 113 dengan hat erêkirin.

Meclisa Parlementeran ya Konseya Ewrûpayê di civîna "Birêveçûna Saziyên Demokratîk li Tirkiyeyê" de biryar da ku çavdêriya li ser Tirkiye dirêj bike. Di dengdane de pêşnûmaya ku dixwaze Tirkiye dîsa vegere mekanîzmaya venêranê ya ku di sala 2004'an jê derketiye hat pejirandin. Bi vê biryarê pêvajoya venêrtina siyasî ku ji bo Tirkiye di sala 1996'an de dest pê kir û di sala 2004'an de bi dawî bû, li dijî 45 dengan bi biryara 113 dengan ji nuve hat dirêj kirin . Bi vê biryarê Tirkiye bû yekem welatê Ewropa ku ji pêvajoya venêrtinê hat derxistin û piştre dîsa xistin pêvajoya venêrtinê.