Yildirim: Yekitiya kurdan dê êrîşa li dijî kurdan pûç bike

AMED - Rêxistina HDP’a Amedê malbatên Kiliç û Tektekîn ên salek û nîve di navbera wan de xisûmet heye, bi merasîmekê li hev anîn. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, di merasimê de got dê yekîtiya kurdan hemû êrîş û zilma li ser kurdan pûç bike.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê malbatên Kiliç û Tektekîn ên salek û nîv e xwîniyê hev bûn bi merasîmekê li hev anîn. HDP'ê merasîma aştiyê li Otêla Lîluz pêk anî. Di merasîmê de Serokwekîla Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementerên HDP’ê yên Amedê Nimetullah Erdogmuş, Ziyar Pîr, hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), nûnerên saziyên civakî, her du malbat û xizmên wan amade bûn.

‘ÊRÎŞA LI DIJ GELÊ KURD E’

Merasîmê bi xwendina Quranê destpê kir û fatîha hatin xwendin. Parlementer Nîmetullah Erdogmuş, di merasimê de diyar kir ku li hev anîna her du malbatan a di nav Sûrê de mîzgîniyekî dide mezlûman û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev roj bibe destpêka rojên xweş. Sermaya me ya herî bi nirx mezinkirina aştiyê ye. Em dê ji bo têkoşîna navxweyî û giştî têkoşîna xwe hin bêtir berfireh bikin. Tu fêdeya van êrîşên li ser Şengal û Rojava pêk hatin ji bo welat û gel nîne. Êrîşek li dij kurd û kurdatiyê ye. Ev êrîş înkarkirina kurdan e. Her tiştî li ser kurdan rewa dibînin.”

Piştî Erdogmuş, Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozer û Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akça jî kurte axaftin kirin û bal kişandin ser pêkanîna aştiyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyek girîng û dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Bi sed salan e gelê kurd li dijî ilmê serî hildaye û têkoşînek bêhempa dide meşandin. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de ev bû 4-5 sal gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe guhertinên mezin pêk anîn. Êdî tehamula gelê kurd a pêvçûnan nemaye. Divê em wek gelê kurd li dijî zilmê serê xwe netewînin. Ev sed sal e gelê kurd serê xwe netewandiye û dê ji niha şûn ve jî netewîne. Pêşî û dawiya tengasiyê firehi û ronahî ye. Em hêvîdarin dê pevçûn û êrîş nebin para tu kesî. Lazim e li dijî zilm û êrîşan em yekîtî û tifaqa xwe bikin yek. Heke ku yekîtiya me pêk were wê hemû êrîşên li ser gelê kurd vala bên derxistin.”

Herî dawiyê li ser navê malbata Hacî Îrfan Kiliç axivî û ji HDP’ê re spasiyê xwe kir. Piştî axaftinan endamên malbatan di bin Quranê de derbas kirin û bi bilindkirina destê aştiyê li hev hatin. Merasîm bi dayîna xwarinê bi dawî bû.