ŞIRNEX - Dîrektorê REDDRESS'ê Carla Ferstman ê doza Nûnerê TÎHV'ê yê Cizîrê Dr. Serdar Kunî şopand, biryara dadgehê ya der barê Kûnî de şermezar kir. Ferstman,anî ziman ku biryar ne adîl e. Aktîvîstê Dijberên Şerê Navneteweyî Andreas Spek jî anî ziman ku hemû kesên li vir dijîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve wekî dijmin tên dîtin.
Duh 2'emîn rûniştina doza Nûnerê Vakfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TİHV) yê Cizîrê Dr. Serdar Kunî li Dadeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Direktorê REDDRESS'ê Carla Ferstman aktîvîstê Dijberî Şerê navneteweyî Andreas Spek, bertek nîşanî darizandina Dr. Kunî da û anîn ziman ku darizandina wan ne adîl e. Ferstman û Spek, anî ziman ku ligel der barê Kunî de tu delîl tune jî Kunî rastî 4 sal û 2 meh ceza hatiye ev yek dê li ser xebatkarên tenduristiyê tirsê ava bike.
Carla Ferstman, anî ziman ji ber ku şahid nepen in nekaribîbûn mudaxaleyî maqamê parastinê bikin. Ferstman, da zanîn ku wan hêj biryara dadgehê ya nivîskî nedîtiye û cezayê hatiye dayîn bê delîl û bingeh e. Ferstman, da zanîn ku dadgeha herêmî li aliyekî Kunî tahliye kir, li aliyê din jî 4 sal û 2 meh ceza lê birî û ev nakokî ye û wiha got: "Hekîm di biryara didin de di nava fikaran de ne. Divê Tirkiye li biryar û peymanên DMME'ê baldar be û li gorî biryarên DMME'ê tev bigere.
'HEMÛ KESÊN LI VIR WEKÎ DIJMINÊN POTANSIYEL TÊN DÎTIN'
Aktîvîstê Dijberên Şerê Navneteweyî Andreas Spek anî ziman ku heyete bi cezayê dayî nîşan dide ku ev darizandin de adîl û serbixwe ye û mafê wî hatiye îhlalkirin. Spek, destnîşan kir ku pêwiste Kuni bi tu awayi neyê darizandin û wiha got: "Kunî wekî bijîşk peyvira xwe kiriye. Wî bêyî cudahî têxe nava nexweşiyan karê xwe pêk anîye. Nokteyên Ewlehiye yên li herêmê hatine avakirin di navbera civakê û ewlehiyêde qutbûnek mezin heye. Hemû kesên li vir dijîn wekî dijminê potansiyel tên dîtin. Sala par em li Cizîrê rastî xerabûnek pir mezin hatin. Niha Şirnex bi tevanî ser û bin bûye."