AMED - Rêxistinên KCD, TJA, HDP û DBP'ê dijberî êrîşa TSK'ê yên li Rojava û Şengalê daxuyaniya hevpar dan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku wan çawa di pêvajoya Kobanê de di ber xwe dan divê wekî wê demê niha jî li kolanan di ber xwe bidin.
KCD, TJA, HDP û DBP'ê têkildarî êrîşa (TSK), ya li dijî Şengal û Rojava li pêş avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyaniya hevpar dan. Beriya daxuyaniyê bidin polîsan bi maşînê zirxi û TOMA tedbîrên gelek mezin stendin. Di daxuyaniyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP û TJA'yê û gelek welatiyên din amade bûn. Di daxuaniyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Güven, êrîş şermezar kir û wiha got: “Demek dirêj e li diji gelê me yê êzîdî êrîş pêk tên. Wekî her kes dizanin her dem kurd bûne hedefa DAÎŞ'ê. Gelê me yê Êzîdî yên li vir her dem bûn hedefa DAİŞ’ê. Li dijî van êrîşan YBŞ'ê çû gelê xwe parast û parastina xwe ava kir. Ew der erdnîgariya Kurdan û Kurdistanê ye. Divê her kes li gori wê polîtîkayan bimeşîne. Piştî AKP'ê û MHP’ê di referandumdê de winda kir niha dest bi êrîşan dikin. Ji ber vê yekê êrîşên bombeyî pêk anîn. Disa dest bi komkujiya kurdan kirin. Em bang li hikûmeta Başûr jî dikin. Em dibêjin yên li wir dijîn dîsa kurd in. Em dixwazin hikûmeta Başûr bi lezgîn dest ji vê lîstikê berdin û nekevin nava lîstikê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku wekî pêvajoya Kobanê dîsa têkevin nava berxwedanê. Dîsa li her derê dakevin kolanan.
'BIRYARA ŞER DÎNÎTÎ YE'
Serokwekîle Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî axivî û anî ziman ku ev biryar dînîtî ye û wiha got: "Cihê vê yekê di nava mirovantiyê de tune ye. Li diji sing û wincdan e. Piştî di 2 salên dawî de îktîdarê rêya aqil û çareseriyê bi dawî kir, welat dîsa xistiye nava şer û aloziyan. Tirkiye êdî hem li derve û hem jî li hundir winda dike. Êdî tehamula ku îktîdar Tirkiye têxe bin tecrîdê nemaye. Ev polîtîka dê welat perçe bike. Hikîmet pişta xwe bide teskereya Sûriyeyê nikare van êrîşan pêk bîne. Ew teskere tenê li dijî gefên Tirkiye dikare bê dayîn. Lê niha tu hîmên êrîşê tune ye. Ev êrîş li dijî peymanên navneteweyî ne. Êdî tehamula 80 milyon mirovan a polîtîkayên li dijî kurdan nemaye. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê kurd, di heman demê de li dijî mirovahniyê pêk hatiye. Dijberiya vê êrîşê tenê nakeve ser milê kurdan, dijberiya vê êrîşê dikeve ser milê hemû mirovahiyê. Divê her kes li nirxê mirovahiyê xwedî derkevin. Em carek din vê êrîşê şerezar dikin."