TJA: Hêzên kurd li dijî êrişan bibin yek

AMED – TJA’yê li dijî êrişên balafirên şer ên TSK'ê yên li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn daxuyanî da û wiha got: “PDK’ê divê demildest dev ji vê tifaqa dijminane berde. Divê hêzên Kurd li dijî vê êrişê rawestin û li dor kongra neteweyî bicivin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî bombekirina balafirên şer ên TSK'ê yên li Rojava û Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku êrişên mijara gotinê li dijî serfiraziya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û vîna gelê Êzidî ya demokratîk ji xwe re kirine hedef. TJA’yê di daxuyaniya xwe de got: “Em di serdemeke wiha de ne ku pêdiviya me herî pir bi projeya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Îro, hemû hêzên Kurd divê li dijî van êrişan derkevin û li dor kongra netewî divê bicivin. Zemîna girîng a ku Kurd bikaribin destkeftiyên xwe yên bi berdêlên mezin bi dest ve anîne, xurtir bike yekîtiya netewî ya Kurdan e. Ev tifaqa dijminane ku PDK’ê bi AKP’ê re daniye di serî de gelê Başûr dike ku Kurd berdêlên giran bidin. PDK demildest divê dev ji vê tifaqa dijminane biqere.”

TJA’yê di berdewamiyê de bang li jinan kir û got: “Di serî de jin banga me ew e ku hemû gelê Kurd, hêzên demokratîk, rewşenbîr, rêxistinên sivîl van êrişan qebûl nekin û helwesta herî xurt nîşan bidin.’’