3 xwendekarên ku belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin hatin binçavkirin

EDENE - Li Edeneyê, 3 xwendekarên endamên Dev Lîsê yên belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin, hatin binçavkirin.

Li Edeneyê endamên Dev Lîsê Bariş Bayav, Nihat Nayav û Aycan Serbes ên ji bo 1'ê Gulanê li navenda bajêr belavok belav dikirin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku, 3 xwendekar ji ber li Parka Înonuyê ya ku ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve ji bo çalakiyan hatiye qedexekirin belavok belav kirine hatine binçavkirin. Her 3 xwendekarn birin Muduriyeta Polîsan a Edeneyê.