Dayikên Aştiyê li ber walîtiyê hatin cem hev

STENBOL - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya wan a ku li ber Qesra Dolmabahçeyê ji ber ku çalakiya wan hat astengkirin li ber walîtiyê pêk anî.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo vegera Mutabaqata Qesra Dolmabahçeyê û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya heftene ya ji ber Qesra Dolmabahçeyê hat astengkirin li ber Walîtiya Stenbolê pêk anîn Dayikan xwestin bi walîtiyê re hevdîtinê pêk bînin lê polîsan bersiva "hûn li gorî xwe nikarin bi walîtiyê re hevdîtinê pêk bînin divê randevu bigirin" dan.

Dayikên Aştiyê yên piştre ketin avahiya walîtiyê bi midûrê walîtiyê re hevdîtin pêk anîn. Dayikan wiha gotin: "Kaxizekî vala û pênûs dan me û xwestin em daxwaznameyê binivîsinin. Piştre jî bersiva 'dê kengî li me vegerin nizanin'dan me." Dayikan diyar kirin ku ew ê ji bo ku aştî bê welat dê têkoşîna xwe bidomînin û daxwazname nedan û ji avahiya walîtiyê veqetiyan.