MÊRDÎN - Li Dêrikê, bi îdiaya ku nelirêtî kirine Serokê AK Partiya Navçeyê yê berê Ali Osman Tutal jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna nelirêtiyê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrika Mêrdînê de, bi awayekî hevwext bi ser gelek malan da hat girtin. Serokê AK Partiya Navçeyê Ali Osman Tutal ê ku mehek berê ji peywirê hat dûrxistin û xebatkarên hin saziyên fermî jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.