DERSIM- Li gundê Sagmanê yê girêdayî navçeya Pêrtagê, du zarokên pismamên hev Rahmi Kartal û Taha Kartal ê ku dema li ber robar dilîstin, cismekî ku hîn jî nayê zanîn teqiya û di teqînê de her du zarok birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku teqîn ji ber mayinên ku berê li herêmê hatine bicihkirin çêbûye.
Li gundê Sagman ê girêdayî navçeya Pêrtagê ya Dersimê, kurê apên hev Rahmi Kartal û Taha Kartalê 6 û 12 salî dema li ber obarê dilîstin, cismekî ku hîn jî nayê zanîn teqiya û di teqînê de her du pismam birîndar bûn. Piştî mudaxileya li cihê bûyerê her di zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pêrtagê. Li vir jî piştî tedawiyê her du zarok sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê hatin kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di salên 90'î de li cihê hêwirandinê yê berê yê gundê Sagmanê mayin hatibûn bicihkirin. Piştî gund vediguhêzînin herêma ku Qereqola Cendirmeyan a Sagmanê lê ye, li cihê berê mayin hatib. Yerel n paqijkirin. Çavkaniyên herêmî, dest nîşan dikin dibe ku teqîn ji ber wan mayinên berê hatibin bicihkirin jêderk bûbe.
DAXUYANIYA WALÎTIYÊ
Walîtiya Dersimê, der barê teqînê de daxuyanî da. Walîtiyê, di daxuyaniyê de diyar kir ku li kêleka robarê li gundê Sagmanê yê girêdayî Pêrtagê dema du zarokên temenê wan 6 û 12 salî dilîstin, cismekî ku hîn jî nayê zanîn înfilaq bûye û di teqînê de her du zarok birîndar bûne. Walîtiyê dest nîşan kir ku, piştî mudaxileya li cihê bûyerê zarok sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û tedawiya wan didome. Her wiha walîtiyê diyar kir ku, der barê bûyerê de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.
‘LI DERSIMÊ 10 HEZAR Û 577 MAYINÊN KU HÎN NEHATINE PAQIJKIRIN HENE'
Li gor rapora ku Tirkiye di sala 2004'an de berpêşî Neteweyên Yekbûyî kir, li Dersimê 10 hezar û 577 mayin di bina xê de ne. Li gor Peymana Ottawayê ya ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, divê ji 1'ê Adara 2004'an mayînên li Tirkiyeyê bihatanan paqijkirin. Lê belê, li gel hemû serlêdanan jî heta niha ji bo paqijkirina van mayinan hîn jî tiştek nehatiye kirin.