NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Karên Derve ya DYA'yê, der barê êrîşa hewayî ya ji aliyê artêşa tirk ve li dijî Şengalê pêk hat de daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Mark Toner ê daxuyanî da wiha got: "Tirkiye li bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê bêyî ku bi DYA'yê û koalîsyona li dijî DAIŞ'ê re koordînasyonekê çêbike êrîş pêk anîne û ji ber van êrîşan endîşeyên me hene. Me endîşeyên xwe ragihandin hikûmeta tirk."