MÊRSÎN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hinceta 'Bi guman e' pirtûka Adil Okay a "Hapishanelere Esinti Yollayalim" desteser kirin. Okay bertek nîşan da û got: "Pirtûka min ji aliyê Wezareta Çandê hatiye tesdîqkirin û bi bandrol e. Ev sepandineke kêfî ye."
Ji avakarên ekîba "Gorulmuştur.org", a ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihîne û piştevaniya girtî û hikumxwaran bike hat avakirin, nivîskar û helbestvan Adil Okay dest nîşan kir ku her diçe çewisandin û binpêkirinên mafan zêde dibin û got, herî dawî jî pirtûka wî ya bi navê "Hapishanelere Esinti Yollayalim" (Em Bwerzînê Bişînin Girtîgehan) ya ku ji bo piştevaniya bi girtî û hikumxwaran derxistiye, li hin girtîgehan wek pirtûkeke bifikare hatiye îlankirin. Okay, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hinceta weşaneke bifikare ye pirtûka wî nedane girtiyan û got, di demên dawî de li girtîgehan îşkence, muameleyên kirêt û binpêkirinên mafan zaf zêde bûne. Okay, dest nîşan kir ku qedexekirina pirtûka wî di asasê xwe de îşkencekirina girtiyan e û got, ya ku tê xwestin ew e ku dengê girtiyan asteng dikin.
Okay, ragihand ku di pirtûka wî ya "Hapishanelere Esinti Yollayalim"ê de xêzkirinên ji bo girtî û hikumxwaran xêz kirine û name cih digirin. Okay, bi bîr xist ku pirtûka wî ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye tesdîqkirin û bibandrol e û got, di heman demê de ji aliyê girtîgehan ve wek pirtûkeke bifikare hatiye nîşandan û qedexekirin.
Okay, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AK Partiyê, di her qadên civakî de bi awayekî zêde çewisandin xwe didin der û got, nêvenga tarî û zilmê ya li derve sîrayetî hudnur jî dike, lê li girtîgehan li dijî girtiyan ev çewisandin hîn zêdetir e. Okay, dest nîşan kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re, li girtîgehan binpêkirinên mafan hîn zêdetir bûne û got, di hemû nameyên ku ji wan re tên de, tê diyarkirin ku her diçe çewisandin û zilm zêde dibe.
BI AWAYEKÎ KÊFÎ TEVDIGERIN
Okay, diyar kir ku ji ber çewisandinên li girtîgehan girtî tim bi wan re pêwendiyê datînin û wiha got: "Ji bo em bi girtiyan re pêwendiyê deynin em pirtûk, kovar, rojname, name û gelek weşanên din bi kar tînin. Lê belê îdareyên girtîgehan bi sedemên cuda li hemberî vê hewldana me dertên. Yanî tu giştîname filan û bêvan jî tune ne, mewzûatek jî tune ye. Lê bi awayekî kêfî tên qedexekirin. Herî dawî pirtûka min a ku nû derket hat qedexekirin. Ev sepandin hemû sepandinên kêfî ne."
'ÇAWA EW LI BER XWE DIDIN, EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN'
Okay, anî ziman ku Tirkiye veguheriye girtîgeheke nîv-vekirî û wiha axivî: "Binihêrin êdî derve jî û hundur jî wekhev e. Tiştên tên kirin heman tişt in, lê tiştên tên serê girtiyan zehmetir in. Ji bo ragihandina dengê girtiyan çi ji destê me bê em ê bikin. Çawa ku girtî li ber xwe didin, em ê jî li ber xwe bidin. Ji bo em bibin dengê girtiyan, ji bo em tiştên tên serê wan bibînin em ê xebatên xwe bidomînin."
Okay ê ku ji bo piştevaniya bi girtî û hikumxwaran bang li her kesî kir wiha got: "Eger ew nameyên me nadin, em ê jî pergala wan qefil bikin. Em gelek nameyan bişînin ku da pes bikin. Çawa ku girtî ji bo pêwendiyê deynin serî li her cure riyê didin, divê em jî serî li her riyê deynin û pêwendiyê deynin. Ji bo piştevaniya bi girtiyan re divê her kes nameyan ji wan re bişîne."