Gotin salek 3 sal derbas bû

RIHA - Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê restorasyona Xana Barûtçûya dîrokî ya gotin 'Dê di salekê de biqede", 3 sal in didome. Esnafên li hawirdora xanê jî, anîn ziman ku ji ber krîza aborî tenê hêviya wan ev xan e.

Li Rihayê Xana Barûtçûyê ya pirqatî ku ji bo turîzmê di sala 2014'an de dest bi restorasyona wê hat kirin, ev 3 sal in hîn jî restorasyona wê neqediyaye. Xana Barûtçûyê ya di sedsala 17'emîn de li ser riya Hevrîşimê bi mîmariya Osmanî hat çêkirin, li Rihayê ji aliyê bazirganan ve hem ji bo bazirganiyê hem jî ji bo vehesandinê hat bikaranîn. Ji ber ku wê demê ji aliyê malbateke cihû ve dihat birêvebirin, di nav gel de wek "Xana Cihûyan" tê zanîn. Her wiha vê xana 3 qatî demekê wek "Xana Delîlan" jî dihat zanîn. Di serdema Şerê Rizgariyê de ji ber barûd û malzemeyên leşkerî yên ji eniya şer re dihatin şandin li vir dihatin ragirtin navê "Xana Barûtçû" lê hatiye kirin. Xan bi plana xwe çargoşeyî ye, hewşa wê heye û ji odeyên li pêyî hev rêzkirî pêk tê.

JI BO RESTORASYONÊ SALEK MUHLET HATIBÛ DAYÎN, LÊ BÛ 3 SAL HÎN JÎ NEQEDIYAYE

Dihat payîn ku heke restorasyona vê xana 3 qatî temam bibûna dê tevkariya turîzma bajêr bikirana. Lê belê, di Cotmeha 2014'an ve hawirdora wê bi caxên serobero hatin girtin. Li ser talûkeya ku kevirên jê dikevin welatiyan gilî kir û Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî dest bi xebatên restorasyona wê kir. Lê soz hat dayîn ku dê xebatên restorasyonê di salekê de biqedin. 3 sal di ser re derbas bûn hîn jî xebata nehatine qedandin.

HÊVIYA ESNAFÊN BI KRÎZA ABORÎ RE RÛ BI RÛ MANE XANA BARÛTÇÛYÊ YE

Zeki Durmuz ê li nêzî Xana Barûtçûyê berên xirdewatî difiroşe, anî ziman ku ev 5 sal in ew xweşikî nikare tiştekî bifiroşe û ji ber vê nikare debara xwe bike. Durmuz, diyar kir ku bi xebatên restorasyona Xana Barûtçûyê dê di warê aborî de liv û tevgerek çêbibe û wiha got: "Me hêviyên xwe bi xwe bi xebatên restorasyona xanê ve girêdane."

Halil Îbrahim Çelik ê ku li nêzî xanê berên tekstîlê difiroşe jî, anî ziman ku restorasyona ku hatibû plankirin dê di salekê de biqede ev 3 sal in bi awayekî mostere didomin û heke wisa bidome dê qet neqede. Çelik, diyar kir ku wan hêviya xwe bi qedamdina xebatên restorasyonê yên xanê ve girêdane, da piştevaniya turîzmê bike û wiha got: "Ev çend sal in hîn jî neqediyaye. Heke biqede em ê jî rihet bibin. Niha em tu karî nakin. Hêviya me ew e ku belkî liv û tevgerek li van deran çêbibe."

Li ser vê em li Şaredariya Bajarê Mezin geriyan, lê der barê birengxistina restorasyonê de agahî nedan.