Stada bajêr pêşkeşî rantê kirin

ÊLIH - Li Êlihê, Stada 16'ê Gulanê ji aliyê TOKÎ'yê ve hat rûxandin û dê li şûna wê avahiyên bêser û ber û AVM bên çêkirin.

Li Êlihê, Stada 16'ê Gulanê û Eywana Sporê ya Girtî ya Ataturkê yên li nav bajêr in, ji aliyê TOKÎ'yê ve hatin rûxandin dê li şûna wan avahiyên bêser û ber û AVM bên çêkirin. Endamê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Êlihê û Hevserokê Şaxa Odeya Mîmaran a Êlihê Muharrem Tuzun, dest nîşan kir ku ji dêvla ku malê gel ji bo xizmetê bê bikaranîn, pêşkeşî rantê tê kirin. Tuzun wiha axivî: "Li cihê ku rant lê hebe bajar û raman zaf ne girîng e. Rant dikeve pêşiya her tiştî."

‘PÊDIVÎ BI QADAN Û QADÊN HÊŞÎN HEYE, LÊ...'

Tuzun, anî ziman ku li nav bajêr hebûna stadeke wisa di demên afetî de qada kombûnê bû û wiha domand: "Stadyûma 16'ê Gulanê ji bo qada vê berhevkirinê dihat bikaranîn, lê niha diçin li derveyî bajêr stadekê ava dikin. Ev hem tê wateya pêşkeşkirina rantê hem jî jiholêrakirina erka vê qada kombûnê. Li Êlihê gelek tîmên amator hene û qadên wan ên ji bo antremanê tune ne. Lê vê pêşkeşî TOKÎ'yê dikin, ev nerast e. Divê ji dêvla wê tahsîsî qulûbên amator bihatanan kirin. Dê bi vî awayî rê li ber rantê bihatana girtin."

‘PÊŞKEŞÎ RANTÊ TÊN KIRIN'

Tuzun, diyar kir ku stada ji dêvla Stadyûma 16'ê Gulanê li derveyî bajêr tê çêkirin û got, di asasê xwe de ev plan rast e lê belê rantê daxilî vê kirine û wiha axivî: "TOKÎ maliyeta stada nû, ji van erseyan derdixe. Bi dewrkirina Stada 16'ê Gulanê a rast xwestine TOKÎ nexisire. Li vir ev tişt derdikeve holê. Ji dêvla ku malê gel ji bo xizmetê bê bikaranîn, pêşkeşî rantê tê kirin. Li cihê ku rant lê hebe bajar û raman zaf ne girîng e. Rant dikeve pêşiya her tiştî."

‘SÎNORÊ QATÊN AVAHIYÊN TÊN ÇÊKIRIN TUNE YE'

Tuzun, da zanîn ku bi guherîna planê re dê şûna stadê bi awayekî zêde veguhere betonarmeyê û wiha got: "Dê bilindahiya avahiyan serbest be, yanî ji bo qatan sînor tune ye. Dibêjin dê li gor Krîterên Manîayê bên çêkirin, lê TOKÎ di mijarên wisa de krtîterên bi vî rengî esas nagire. Çimkî mînakên wê hene. Dikare 10 qatan jî çêbike û 20 qatan jî. Yanî li wê qadê çi bixwaze dê çêbike."

‘DÊ WEK LUTFEKÊ BE BERPÊŞÎ GEL BÊ KIRIN'

Tuzun, anî ziman ku di projeyê de 5 hezar metrekare qada hêşîn di nav plana îmarê de ye û wiha domand: "Lê belê, dibêje 'Tu niha vê ji hesab nexîne, tu yê paşê bixînî.' Dema ev li gor hesabê bermalê bê hesbaindin, dê vî 5 hezar metrekareyî ji bo qada înşeatê bi kar bîne û dê paşê jî wek ev der qada hêşîn be berpêşî gel bê kirin. Li vir madeyeke xapandinê heye. Dê qada hêşîn a 5 hezar metrekareyî ya ku ji bo gel e û di planê de cih digire, dê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Yanî qadeke ku dê ji bo rantê bi kar bîne. Diviya bi bacên gel bihatana çêkirin, lê bereksê vê dê ev der bi malê gel bê çêkirin û paşê jî dê wek lutfekê be berpêşî gel bikin."

Tuzun ê ku got "Planeke wisa hatiye çêkirin ku, çi tiştê bê aqilê we dê TOKÎ çêbike" wiha domand: "Di tu qanûneke îmarê de sepandineke bi vî rengî tune ye. Her paselek xwedî wesfekê ye û ev bi biryara meclîsê çêdibe. Di vê planê de her tişt hatiye binpêkirin û bi temamî li se rrantê hatiye fikirîn. Di madeyeke din de jî tê gotin ku divê ji sedî 5'ê qada emsal wek tesîsa civakî bê bikaranîn. Di berdewamiya madeyê de jî tê gotin ku divê bi mebesta bazirganiyî bê bikaranîn. Yanî bi temamî rant û xapandine. Fikra me ew e ku divê rayedar demildest dev ji vê xeletiyê berdin."