Operatorê ku beriya qeyûman înternet birî neheq hat dîtin

ÊLIH - Dema ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î kirin, înternet dihatin qutkirin. Parêzer Mesut Aydin ê ku operatorê GSM'ê yê înternetê qut dikir giliyê Heyeta Hakeman a Mezêxeriya Bajêr a Êlihê kir, mafdar hat dîtin.

Di Îlon û Cotmeha 2016'an de berî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î bên kirin, li bajarên herêmê operatorên telefonan bêyî hinceta bi rojan înterneta bi milyonan kesî birîbû. Dema welatî li operatoran digeriyan ten ji wan re dihat gotin ku "Pirsgirêkeke teknîkî heye." Li ser vê Parêzer Mesut Aydin berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê kirin bi rojekê, di 31'ê Cotmeha 2016'an de bi hinceta "Dem dem nikarim pakêta xwe ya înternetê bi kar bînim" serî li Heyeta Hakeman a Mezêxeriya Bajêr a Êlihê da.

‘JI BER XIZMETEKE KÊM MEZÊXÊR MAFDAR HAT DÎTIN'

Heyeta ku serlêdan nirxand bi van hincetan Aydin mafdar dît: "Di encama lêkolîna dosyayê de, hatiye dîtin ku dem dem ji pakêta înternetê sûd nehatiye wergirtin. Di parêziya fîrmayê de der barê pakêta ku mezêxêr bi kar aniye de agahî hatine dayîn, lê belê der barê nebikaranîna pêktê de tu xisûs nehatine diyarkirin. Di muqbila buha de xizmeta ji bo mezêxê baş nehatiye kirin. Ji ber vê dema ku xizmet nehatiye kirin hatiye tespîtkirin û ji ber vê divê buha bên îadekirin."

‘HER KESÊ KU MEXDÛR BÛYE DIKARE SERÎ LÊ BIDE'

Aydin, birayara ku heyetê da nirxand û wiha got: "Di dema ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î dihatin kirin, înternet dihatin qutkirin. Em li operatorên telefonan geriyan, lê me tu encam bi dest nedixistin. Ji ber vê min serî li Heyeta Hakeman a Mezêxeriya Bajêr a Êlihê da. Taliyê mafdar hatim dîtin. Li vir tu girîngiya dahata madî tune ye. A girîng bikaranîna pêwendî û înternetê ye. Ji bo careke din rewşeke wisa xwe nede der, her welatî dikare serî li heyeta li bajarê lê ye bide. Bila her kesê ku hatiye mexdûr kirin seîr lê bide."

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê di 25'ê Cotmehê de hatibû girtin û di 1'ê Mijdara 2016'an de jî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Wê demê li gelek bajaran înternet hatibû qutkirin.